'Şoreş, bersiveke mezin e li dijî komployê'

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi bîr xistin, li Rojavayê Kurdistanê-Sûriyeyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî 19 salan jê hate derxistin, îro şoreş heye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin hatiye têkbirin û gotin, heta Ocalan azad bibe wê têbikoşin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, bi wesîleya salvegera 19'an a komploya navneteweyî, ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Avînar Merîwan anî ziman ku komplo bi reng û awayên cuda didome û got, "Dijminên me dixwazin tevgera me tine bikin û komkujiyan li gelê me bikin. Lê belê tevgera me li dijî vê yekê roj bi roj mezin dibe. Ev komploya ku li dijî Rêberê me hate kirin, bi saya sekn û îdeolojiya Reberê me, bi saya berxwedana gelê me û tevgera me, ku roj bi roj mezin dibe, hatiye têkbirin. Pêşî li plana destpêkê ya dijminên me hate girtin û destûr nehate dayin ku bigihêjin armanca xwe. Dixwazin îro jî komployê bidomînin. Lê belê bi tecrîda şidandî wê nikaribin me ji Rêberê me qut bikin. Heta ku Rêberê me azad bibe, wê têkoşîna me bidome."

'KOMPLO HATE MEHKÛMKIRIN'

Gerîlayê HPG'ê Brûsk Civiyan dema komployê bi bîr xist û anî ziman, ku di şexsê Ocalan de hewl hate dayin ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bê tasfiyekirin, lê nekarîne vê bi ser bixînin. Civiyan destnîşan kir, ku Ocalan bi paradîgmaya nû re komplo ji aliyê îdeolojîk ve mehkûm kiriye û got, "Şervanên azadiyê yên gelê Kurd û weke fedayiyên Rêber Apo, em ê vê komployê bi temamî biqedînin. Em ê Rêber Apo û gelê Kurd azad bikin. Em ê bi vê armancê çalakiyên xwe mezin bikin û bi ser bikevin."

'ŞOREŞA ROJAVA BERHEMA WÎ YE'

Mahîr Destîna jî ragihand, ku komploya şidandî ya li ser Ocalan nîşan dide ku komploger hê li ser rêya xwe ne, lê belê gel û tevger wê vê rewşê jî ji holê rake. Destîna got, "Hêzên ku bi komploya 9'ê Cotmehê re Rêber Apo ji Sûriyeyê dexistin, serketina ku li bendê bûn bi dest nexistin. Ji ber ku gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijîn, bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, hîmê Konfederalîzma Demokratîk danîn û şoreşeke gelan pêk anîn."

Mahîr Destîna wiha dewam kir: "Şoreş, bersiveke mezin e li hemberî komployê. Weke fedayiyên Rêber Apo, em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê û hêzên komploger bidomînin."

'WÊ BIBE SALA AZADIYÊ'

Gerîlayê HPG'ê Şaho Germiyan bal kişand ser piştgiriya xayinên Kurdan a ji bo komployê û bi bîr xist, ku hewl hatiye dayin paşeroja azad a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî ya gelê Kurd bê tarîkirin. Germiyan got, "Bi serhildana gelê Kurd, berxwedana mezin a Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêşî li vê komployê hate girtin û ji bo qedandina wê têkoşîn dewam dike."

Germiyan bi bîr xist, ku li Rojava niha şoreşek heye û got, "Di çarçoveya bîrdoziya Rêbertî de, gelên li Bakurê Sûriyeyê şoreşeke hevpar dijîn. Ev salên em tê de ne, wê bibin salên pêkhatina azadiyê. Em ê têkoşîna xwe bê navber mezin bikin."