Şêxê Nexşîbendî: Dewleta Tirk xwe kufrî dike

Şêxê Nexşîbendî Ebdulrehman Nexşîbendî derbarê hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê ew e ku tevahiya Kurdistanê dagir bike.

Piştî tevgera hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, Serokê Karên Diyanetê ya Tirk  ji hemû mizgeftên Tirkiyê re ferman şand ku ji bo dagirkeriyê li mizgeftan sureya "Fetihê" were xwendin. Kiryara dewleta Tirk dişibe zilma dewleta Osmanî ya li hember gelên herêmê li ser navê Îslamê pêk anîbû. Dişibe komkujiya ji aliyê Saddam Huseyîn ve li dijî Kurdan kiribû, ku navê sureya Quranê "Enfal" lê kiribû. Ji şêxên Nexşîbendî yên Başûrê Kurdistanê Ebdulrehman Nexşîbendi diyar kir ku bi vî awayî xwe kufrî dikin.

'HEKE BI SER BIKEVIN WÊ LI EFRÎNÊ NESEKININ'

Şêx Ebdulrehman Nexşîbendî diyar kir ku hewldana dagirkeriya Efrînê tenê destpêkeke û destnîşan kir ku heke ev plan bi ser bikeve, wê Tirk hewl bide vê planê li tevahiya Kurdistanê belav bike. Nexşîbendî di dewama axaftina xwe de got: "Ya ku dewleta Tirk dike him li hember mirovahiyê him jî li hember Misilmaniyê zilm e. Dema vê dike jî Misilmaniyê bikar tîne. Ya ku dewleta Tirk dixwaze li Efrînê pêk bîne, beşeke ji plansaziya dewleta Tirk e ku ev demeke dirêj e dixwest pêk bîne. Ev gav gaveke ber bi komkujiya gelê Kurd ve ye. Heke dewleta Tirk li Efrînê bi ser bikeve, wê gavên din li pey werin. Gav bi gav berê xwe bide hemû Kurdistanê."

'DEWLETA TIRK KAREKÎ BILANET PÊK TÎNE'

Şêx Ebdulrehman Nexşîbendî bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk di qetla Kurdan de dîn bi kar tîne û bi vê yekê xwe "kufrî" dike. Nexşebendî destnîşan kir  ku hemû alimên dîn hewce ye li ber vê rabin û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi kirina xwe tovên kînê diçîne. Dema em di warê olî de jî li vê dinerin, ev karekî bilanet e. Divê hemû Misilman li dijî vê derkevin û lanetê lê bînin. Ji aliyê dîn ve, bi dayina destûra vê yekê re xwe kufrî dikin. Her alimê dînî, mela, şêx divê lenetê li vê dagirkeriyê bînin. Hewce ye vê yekê bisekinînin."