Şêx Seîd: Ez ne poşman im, neviyên me wê şerm nekin

Şêx Seîd li sêdarê wiha dibêje; “Jiyana min a xwezayî bi dawî dibe. Me jiyana xwe kir qurbana jiyana gelê xwe. Ez ji vê ti carî ne poşman im. Ji ber li hember dijminên me wê neviyên me ji xwe şerm nekin, ez gelekî bextewer im.”

Pêşeng û serokê serhildana sala 1925’an Şêx Seîd sala 1865'an de li navçeya Palû ya Xarpêtê tê dinyayê. Şêx Seîd li navçeya Xinis a Erziromê perwerdeya xwe ya olî diqedîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî Şêx Seîd wiha dibêje: “Yek ji pêşengên bi bandor ê terîqeta Neqşî ye. Di heman demê de li ser çûnûhatina bazirganiya pez a ji Çepexçûrê heta bi Helebê giraniyeke xwe ya girîng heye.”

AMADEKARIYÊN SERHILDANÊ

Têkildarî serhildana di pêşengiya Şêx Seîd de ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, amadekariyên serhildanê di serê salên 1920’î de dest pê kiribûn. Xebatên rêxistinên Kurdan 1923’yan di nav rêxistina bi navê Cemiyeta Azadî “Komîteya Îstîklala Kurdistan”de kom bibûn. Serokê Cemiyetê Xalid Begê Cibranî ye. Cibranî, di Mektebên Eşîran de xwendibû û di nav Alayên Hemîdiyê de weke fermandar cih girtibû. Xalid Begê Cibranî, di nava demekê kurt de bi serokeşîrên cuda re jî peywendî çêkiribûn. Vê komîteyê di nava artêşê de jî xwe bi rêxistin kir û hinek fermandarên Kurd ên di nava artêşa Tirk de kişandin aliyê xwe. Cemiyata Azadî ji bo kesayet, axa û şêxên welatparêz tevlî xwe bike xebatan bi rê ve dibe. Yek ji rêveberê cemiyetê Yûsûf Ziya bi Şêx Seîd re ku li herêmê pir tê hezkirin û xwedî rêzdariyekê ye sala 1923’yan hevdîtinekê pêk bîne. Şêx Seîd ê wê demê li Xinisê ye piştgiriya xwe ya ji bo tevgera Kurd û serhildanê diyar dike.

XEBATÊN CEMIYETA AZADÎ

Xebatên Cemiyeta Azadî ya berfireh dibe, bala rêveberên Tirk dikişîne. Li ser fermana Mistefa Kemal Cotmeha 1924’ê Yûsûf Ziya û di Kanûna heman salê de Xalid Begê Cibranî hatin girtin û ji bo dadgehkirinê şandin Bedlîsê. Piştî vê girtinê ji rêveberiya cemiyetê Hacî Mûsa Beg jî hat girtin û ji bo girtina endamên din ferman hat derxistin. Dema ev rêveberên Kurd têne girtin, tevger bê serî dimîne. Li ser vê bi pêşniyara Xalid Begê Cibranî, Şêx Seîd ji bo serokatiya Cemiyeta Azadî tê hilbijartin. Bi hilbijartina Şêx Seîd re, cemiyet biryara serhildanekê giştî û rizgarkirina girtiyan ji zindanên Tirk digire. Hê Xalid Begê Cibranî nehatî girtin, kurê Şêx Seîd, Elî Riza ji bo rêxistinkirina serhildanê çûbû Helebê. Di kongreya li Helebê kom bibû, kesayetiyên Kurd ên ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê beşdar bibûn. Di kongreyê de rewşa Bakurê Kurdistanê bi giştî hatibû destgirtin. Di kongrê de weke dîroka destpêkirina serhildanê jî 21’ê Adarê roja Newrozê hatibû destnîşankirin.

PEYWENDIYA BI ELEWIYAN RE

Şêx Seîd hewldanên xwe yên têkildarî serhildanê zêde dike. Bi Kurdên Elewî yên li herêma Dersimê re jî peywendî çêkiribûn. Di van hevdîtinên bi Seyîd Riza û serokeşîrên Kurd re pêk hatibûn, rewşenbîrên weke Elî Şêr û Dr. Nûrî Dêrsimî jî amade bûn. Nakokiyên mezhebî yên di nav Kurdan de û xerabiyên Kurdên Sunnî yên di pêvajoya Alayên Hemîdiyê de, bandor li ser hevdîtinan kiribû. Kurdên herêma Dersimê piştgiriyeke zêde nedabûn, lê soza ji paş ve li serhildanê nedin dabûn.

SERHILDAN LI BAJARÊN KURDISTANÊ BELAV BÛ

Amadekariyên serhildanekê berfireh, di nava navçe û bajarên Kurdan de her diçû zêde dibû. Şêx Seîd serdanên xwe didomandin. Li hemû gund û bajaran bi kêfxweşî û rêzdarî dihat pêşwazîkirin. Bi sedan şervanên Kurd beşdarî hêzên wî dibûn. Şêx Seîd 5’ê Sibata 1925’an bi komek serokeşîr û bi sedan leşkerên xwe tê gundê Pîrana ser bi navçeya Erxenî yê. Li vê derê li mala birayê xwe Şêx Evdirehîm dimîne.

SIXURÎ

Dewleta Tirk ji destpêka amadekariyên serhildanê heya wê demê, bi alîkariya sîxurekî bi navê Qasimê Cibranî agahî digirtin. Qasim yek ji fermandarên Alayên Hemîdiyê bû û hevlingê Şêx Seîd e. Hê amadekarî temam nebibûn, hêzên Tirk mudaxele kirin. Bi vê armancê komek leşkerên Tirk heman şevê çûn mala birayê Şêx Seîd. Fermandarê leşkeran deh kesên Kurd ên li wî gundî bûn, ji wan xwestin. Lê Şêx Seîd ev daxwaza leşkerên Tirk red kir. Li ser vê, di navbera wan de şer derket. Leşkerek hat kuştin ên din jî dîl hatin girtin. Ev bûyera Sibata 1925’ê dest pê kir, derbê li plana serhildanê dide.

OCALAN: ÎSYAN HATIYE PROVOKEKIRIN

Rêberê Gelê Abdullah Ocalan têkildarî vê bûyerê wiha dibêje: “Neteweparêziya Tirk a Spî di bin rejîma dîktatoriyeke hişk de domandina her du neteweparêziyan e. Li vir, di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de hêmanên Çepgir, Îslam û Kurd ên di çand û polîtîkayên hundir û derve de hev girtibûn, bi komployan têne tesfiyekirin. Komplo di nava xwe de bi dijwarî û bêrehm hatiye meşandin. Weke hedef Kurd hatine hilbijartin, îsyan hatiye provokekirin (Komeke piçûk a jendermeyan dişînin ser Şêx Seîd ê li Pîranê û di şerê li vir de du esker têne kuştin û ev bûyer bi temamî provokasyon e) û di encamê de bi rêbazên bigihîjin qirkirinê Kurd ji sîstemê hatine tesfiyekirin û bi ‘hukmê tinene’ hatine hesibandin.”

BAJARÊ KURDAN KETIN DESTÊ SERHILDÊRAN

Birayê Şêx Seîd, Şêx Tahir dema vê bûyerê dibihîse, li gundê Serdî di ser postexaneya Licê de digire û dest datîne ser tiştên li wir û bi 200 leşkerên Kurd ve tê cem Şêx Seîd. Ev bûyer dibûn destpêka serhildanekê bêwext û nû li dijî dagirkeriya Tirk. Serhildêrên Kurd di nav çend rojan de dikevin navçeya Dara Hênê. Serhildan di demekê kurt de li herêmekê berfireh belav dibe. 14 bajar û navçeyên Kurdistanê dikevin destê serhildêran. 28’ê Sibatê Şêx Seîd baregeha xwe ya leşkerî kişand Palûyê. Di vî demê de bi qasî 20 hezar leşkerên Şêx Seîd amade bûn. Rewşa şer ji vê baregehê dihat şopandin. Meş û serketina leşkerên Kurd bi xwezayî çêdibû. Girseyên Kurd bi hêviya rizgarbûna ji dagirkerên Tirk bi hemû derfetên xwe tevlî serhildanê dibin. Her cihê rizgar dibe, kom bi kom û bi coş tevlî hêzên Şêx Seîd dibin.

SERHILDÊR BERÊ XWE DIDIN AMEDÊ

Piştî bajar û navçeyên li derdorê Amedê tên bidestxistin, Şêx Seîd berê hêzên Kurd dide Amedê. Leşkerên dewleta Tirk li navenda Amedê tedbîrên zêde girtine. Şêx Seîd ji bo Amedê bê şer radestî hêzên Kurd bê kirin, peyamekê ji bo fermandarên bajêr ên Tirk dişîne. Ji ber ev peyam ji aliyê hêzên Tirk ve nehat pejirandin, Şêx Seîd di destpêka meha Adarê de biryara bidestxistina Amedê girt. Li ser vê biryarê hêzên Kurd dikevin nav tevgerê. Hêzên Tirk bi çekên giran hemû rêyên ketina bajêr girtine. Di destê leşkerên Kurd de mawzer, çifte û di destê hinekan de jî kopal hene. Êrîşa 11’ê Adarê li Deryê Mêrdînê çêdibe, rastî mudaxeleya hêzên Tirk tê. Piştî çend hewldanên din jî ku bajêr nikare were bidestxistin, Şêx Seîd biryara paşde vegerê dide.

Li du wê leşkerên Tirk ên ji bajarên Kurdistan û Tirkiye tên komkirin, di bin fermandariya Îsmet Înonû de ji du milan ve hêzên Kurd dorpêç dikin. Di aliyê Bakur de 40 hezar di aliyê Başûr de jî 30 hezar leşker hatine kom kirin. Şêx Seîd di van şert û mercan de hemû hewldanên xwe ji bo pêwendiyên di navbera rayedarên Kurd û ji bo başkirina rewşa derketiye holê bi kar tîne. Lê tevayî hewldan nikarin hêzên Kurd bînin ser hev. Hêzên Şêx Ebdurehîm ên li Erxeniyê derb xwarîn jî, tevlî hêzên Şêx Seîd bûn. Hêzên serhildêr ber bi Dêrahênê ve vedikişin. Li herêmê belav dibin. Şêx Seîd li gel serokeşîr û şêxên serhildanê ji Dêrahênê derdikeve. Roja 27’ê Adarê diçe Çepexçûrê. Li vê derê li benda hêzên din ên Kurd dimîne.

‘ZILAMÊ ÎNGÎLÎZAN E’

Rêveberiya Enqere ji bo bi destxistina rêveberên serhildanê û têkbirina serhildanê serî li hemû rêyan didin. Eşîrên tevlî şoreşê bûne bi pere, cezakirin û xapandinan dikişîne aliyê xwe. Li aliyê din jî der barê Şêx Seîd de nûçeyên derew ên weke “zilamê Îngîlîzan e” belav dike.

HÊZÊN FRANSA ALÎKARIYA TIRKIYÊ DIKIN

Hêzên Fransa yên li Sûriyeyê jî alîkariya dewleta Tirk dikin. Leşkerên Tirk bi destûra fermandarên Fransî di xaka Sûriyeyê re ji bo serhildêran ji pişt ve dorpêç bikin derbas dibin. Di nava meha Nîsanê de, hêzên sereke yên serhildanê, di geliyên Darahênê de tên dorpêçkirin û li wir derbekê giran dixwin. Rêveberên serhildanê bi xiyaneta Qasimê Cibranî li ser Pira Ebdirehman a li ser Çemê Mûradê 12’ê Nîsana 1925 lîderê serhildana Kurd Şêx Seîd, Şêx Evdila, Şêx Elî, Şêx Xalib, Reşîd Axa, Mihemed Axa, Teymûr Axa û 26 serhildêrên din ketin destê hêzên Tirk. Komên serhildêr ên bê pêşeng man di Çiyayê Şerefdînê de xwe bi cih kirin. Ev koma serhildêra jî li vê derê hatin dorpêçkirin û belav bûn.

‘EZ JI VÊ TI CARÊ NE POŞMAN IM’

Dadgehkirina Şex Seîd û hevalên wî 27’ê Gulana 1925’an dest pê kir. Piştî dadgehkirineke mehekê Şêx Seîd û 48 hevalên xwe di 28'ê Hezîrana 1925'an de li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin îdamkirin. Serokê serhildanê Şêx Seîd li sêdarê wiha dibêje: “Jiyana min a xwezayî bi dawî dibe. Me jiyana xwe kir qurbana jiyana gelê xwe. Ez ji vê ti carî ne poşman im. Ji ber li hember dijminên me wê neviyên me ji xwe şerm nekin, ez gelekî bextewer im.”

KURD CAREK DIN RABÛN LI SER PIYAN

Bêguman yek ji pêşengê gelê Şêx Seîd di gotina xwe de mafdar û rast bû, neviyên Şêx Seîd, zarokên gelê Kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistan de, di fikir û pêşengiya Rêber Ocalan de careke din ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê rabûn ser piyan. Li hember înkar û tinekirinê li ber xwe dan. Ev berxwedana pîroz îro li her çar parçeyên Kurdistanê bênavber didome. Bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo armanca Şêx Seîdan bînin cih, di nav refên azadiyê de li dijî pergalên dagirker têdikoşin.

OCALAN: 15’Ê SIBATÊ BI ZANEBÛN HATIN HILBIJARTIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî dîroka serhildan û darvekirina Şêx Seîd, her wiha dîroka komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û dema dadgeha cezayê îdamê lê birî vê nirxandinê dike: “Biryara mirinê ya li dijî min 28'ê Hezîrana 1999'an hate dayin. Ev dîrok (1925) salvegera darvekirina lîderê raperîna Kurd Şêx Seîd bû. Ya ji vê jî girîngtir, 15'ê Sibatê yanî roja radestkirina min, roja destpêkirina raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd bû. Her du roj jî bi zanebûn hatin hilbijartin. Yanî xwestin vê yekê ji gelê Kurd re bêjin: ‘Hûn çi qasî serî rakin jî wê encam neguhere! Serokkomar Suleyman Demîrel di axaftineke xwe de wiha digot: ‘28 caran serî rakirin, hemû hatin têkbirin. Aqûbeta ya dawî jî wê bi heman rengî be.’”