Şêwra Yekîtiya Netewî li Silêmanî dest pê kir
Ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna zêdetirî 60 partiyên siyasî, bi sedan nivîskar, rewşenbîr, rûspiyan şêwra yekîtiya netewî li Silêmanî dest pê kir.
Ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna zêdetirî 60 partiyên siyasî, bi sedan nivîskar, rewşenbîr, rûspiyan şêwra yekîtiya netewî li Silêmanî dest pê kir.
Şêwra ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku yekîtiya netewî ya Kurd were gotêbêjkirin xebatên wê dikir, li Silêmanî ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna partiyên siyasî, beşên civakî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan dest pê kir. Şêwr wê 2 rojan bidome, di şêwrê de nûnerên ji 60 partiyan zêdetir, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û rûspî hene.
Şêwr li Talary Hunar a Silêmanî bi axaftina Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade dest pê kir. Şêwr ku ji hêla gelek nûçegihan û organên medyayê ve tê şopandin wê 2 rojan bidome. Di şêwrê de protokol nehate çêkirin, di protokolê de dayikên 4 şehidên ji çar parçeyên Kurdistanê wê hebin.
Di şêwrê de tenê ‘yekîtiya netewî’ wê were nîqaşkirin. Di şêwrê de di serî de partiyên Yekîtikiyê Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komeleya Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Baskê 3. ê Komala Rojhilat, Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilat (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokratên Pêşverû yên Kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji 60’î zêdetir wê partiyên siyasî hazir bin.
Di şêwrê de ku wê di rojan bidome, tê payin mêvan her yekê 10-15 deqe biaxivin. Li gorî agahiyên komîteya amadekar ji bo kesên ku li ser navê xwe yan jî navê partiyan biaxivin, dora axaftinê nehate danîn. Partî yan jî kes daxwaza axaftinê didine dîwanê û piştî mafê axaftinê dikarin biaxivin.
Bernameya şêwra bi tekana rojeva ‘yekîtiya netewî’ wiha ye:
15 Tîrmeh
09.00 - 10.00: Hevserokê KNK Rebûwar Reşît axaftina destpêkê dike
10.00: Waliyê Silêmanî ji ber ku xwediyê malê ye wê biaxive û dîwan were diyarkirin. 10.00 – 13.00: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.
13.00 – 14.30: Navber
14.30 – 18.30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.
18.30: Dawî
16 Tîrmez
09.00 - 13.00: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.
13.00 - 14.30: Navber
14.00 - 16.30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.
16.30 - 18.30: Xwendina encamnameyê û dengdana wê
18.30: Li ber çapemeniyê xwendina encamnameyê.