Şevger: Em gelê xwe li ser esasên 15'ê Tebaxê diparêzin

"Em; gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê YRK wan tecrûbeyên 15 Tebaxê bi fikr û felsefeya Rêber APO ji xwe re esas digrin."

Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevge bi wesîleya salvegera 35'an pêngava 15'ê Tebaxê nirxand.

Şevger diyar kir, ku tevgera Apoyî ya li Bakurê Kurdistanê dest pê kir ji gelên Rojhilat Navîn re bû pêşeng û got, "Dijmin digot, 'êdî Kurd nemane û tune bûne', bi destpêkirina tevgera Apoyî re hêz û cesaret careke din di nava gelê Kurd û Rojhilata Navîn de ava bû. Ew cesaret her ku çû mezin bû. Dijmin ji wê tirsiya. Kesî bawer nedikir ku tevgerek li dijî dagirkeriyê dest bi têkoşînê bike."

Şevger anî ziman ku gelê Kurd bi pêngava 15'ê Tebaxê re, bi felsefeya Apoyî derbeke mezin li dijmin xist û got, "Artêşa gelê Kurd li her deverê belav bû. Ji bo gelê Kurd bû dîrok û cejneke mezin. Bi wê pêngavê re gelê Kurd careke din şîn bû û li dijî dijmin serî hilda."

Der barê girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî Şevger got, "Em; gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û endamên PJAK'ê, wan tecrûbeyên 15 Tebaxê bi fikir û felsefeya Rêber APO ji xwe re esas digrin li ser vî esasî li Rojhilatê Kurdistanê gerîlatiyê dikin. Ji bo parastina Rojhilatê Kurdistanê pêngava 15'ê Tebaxê ji me re bingehên pir mezin in. Civaka me ya Rojhilatê Kurdistanê divê ji xwe re weke cejneke mezin bibîne. Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd neqebûlkirina zilmê ye. Em jî; Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê vê yekê ji xwe re esas werdigirin û li ser vî esasî gelê xwe diparêzin."