Şervanên enternasyonal li Tebqayê ne
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina gelemperiya Tebqayê dewam dike. Şervanên enternasyonal jî di nava vê operasyonê de cih digirin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina gelemperiya Tebqayê dewam dike. Şervanên enternasyonal jî di nava vê operasyonê de cih digirin.
Gelek şervanên enterasyonalîst ên li Rojavayê Kurdistanê di nava YPG'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digirin, di Pêngava Xezeba Firatê de bi roleke çalak radibin.
Şervanên ji gelek gel û welatan hatine, xwe bi rengê 'Tabûra Enternasyonal' bi rêxistin kirine.
Tîmek ji Tabûra Enternasyonal, taxa El Weheb a Tebqayê di encama operasyonek 4 saetan de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê şervanên enternasyonal ên li Tebqayê weşand.