Serhat Şengalî ê ku di êrîşa 15’ê Tebaxê de birîndar bûbû şehîd bû-NÛ BÛ

Mahîr Serhat Şengalî yê ku di êrîşa dewleta Tirk ya 15’ê Tebaxê li Şengalê birîndar de birîndar bûbû, şehîd bû.

Mahîr Serhat Şengalî şehîd bû. Mahîr dema dewleta Tirk 15’ê Tebaxê êrîş biribû ser Şengalê birîndar bûbû, ku di heman êrîşê de Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zekî Şengalî û şehîd bûbû.

Mahîr Serhat Şengalî, ku zêrevaniya Endamê Koordînasyona Êzîdî Mam Zekî Şengalî dikir (Ismaîl Ozden) dikir,  di êrîşa dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê de, ya bi ser Zekî Şengalî de, birîndar bûbû. Mahîr Serhat Şengalî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû şehîd bû.

Şengalî ku ev 14 roj in li ber xwe dida, li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate veşartin.