Şervanbûna li çiyayên Kurdistanê

Heval Şervan dema ku gav bi  gav ji Nav Sûrê gihayî bilindciha Sûrê, dilê xwe dide bêdawîbûna çiyayan, serhildêriya Andok.

Jiyan dema ku razek bû, pirpirîkan xwe li dorê kom kiribû. Her yekê ji wan dil dabû bêdawîbûnê û herka jiyanê. Dema wê hatibû ku per û baskên xwe ber bi ezmên ve li hev bixin.. Ên ku xewna wan a zaroktiyê azadî be dil didin çiyan û ber bi şerê mezin ve didin rê. Şev û rê, zindar û kendal, çiyayên serhildêr û bager parçeyek ji rêwîtiyê hêviyan bû. Hevalê Şervan jî bi baweweriya ku wê maneyê li bûneweriyê bike wê bi bê seberiyekê li benda hilhatina rojê, bûtikdana piştî baranê, şewleyên stêrikan bimaye ku bi tarîtiya şevê re dest pê dike..

Sedema şerê giran tarîtiya bi hezaran salan bû. Kurdistan li ber xwe dide, çiya û hemû zindî li ber xwe didin. Heval Şervan ku di nav vî şerî de mezin bûyî 2012'an dibe rêwiyê çiyayan. Dilê wî mîna deryayan kûr û mîna ezmanan tije hezkirin e. Tim kelecaniyek heye li ser rûdêna wî, Lêgerîna xwe li ser jiyanê, di nav têkoşînê de sedema hebûnê bi hîsên herî ji dil ji hevrêyên xew re digot. Digot, 'Xeyal û hêviya wan zarokên ku li ser van çavê xwe li jiyanê vedikin eynî ye. Ji ber ku hemû jî li naverasta tarîtiyê li gel tarîtiyê jiyana bi berxwedanê, ji lehengên vê xakê hîn bûne û bi xeyala jiyana azad berê xwe didin nav refan.' Sûrên Amedê ku şahidî ji berxwedana Amedê re kirî, pirsa berxwedanê ye ku gihayî Çekoyan, Berçeman, Çiyageran, Numan, Dewrîm û Şervanan.

BI AZWERIYA AZADIYA DILDARÊ JIYANÊ BÛ

Çendî dem di ser bibihure jî ev xak tim zindî ne. Ev mekanên wiha ne ku hezkirin li ser dilan tê neqişandin. Heeval Şervan gav bi hav ji Nav Sûrê dema ku gihaşte bilindahiay Sûran, dilê xwe dide bêdawîbûna çiyan, serhildêriya Andok û tê ser zimên hezkirina ku wê qet neqede; ''Rasteqîniyên heyî, tişta ku bi serê gelê me dianîn, min nikarî çavê xwe lê bigirim. Berxwedana gerîla, serhildana gel, kir ku ez ciwanê Kurd zêdetir li vegera li ser gewherê bifikirim.'' Piştre jî mîna navê xwe dibe Şervanê çiyan. Çawa tovê ku dikeve nav axê di nav heqîqeta bêhempa a sirûştê xwe şaxên xwe bi axê ve berdide û di nav xeleka jiyanê de dibe parçeyek diyarker,  şervanên ku baweriya xwe bi hêza azadkirina çiyayan anîn û bi biryardariya xwegihandinê ne, xwe digihînin hemû Kurdistanê.

Heeval Şervan jî her siharê tîrên peşî yên rojê slav dikir û bi rê diket. Ya ku bi lêgerînê dest pê dike azaweiyek e û çiya ji bo vegera li rastiya xwe biefsûn in. Hingî wiha bi jiyana nû, bi vegera li gewherê bawer dikir her gav ji bo wî mîna destpêkek nû bû. Çiya bi dilekî wiha re dibû hevrê ku dixwest heq ji ya zor derkeve, dilsozê peywirê milîtaniyê, bi azweriya azadiyê dijiya û hezkirê jiyanê bû.

ŞERVANÊ ÇIYAN DI LÊGERÎNA ÇIYAYAN DE BERÊ XWE DIDE HEZKIRINA BÊDAWÎ

Heval Şervan li bilindcihên çiyayan coşiya ku gihaye hezkirina rasqî tim dijî û tim berê wî li serkeftinê ye. Dilsoziya bi jiyana mezin ji hevalên xwe re dibêje tim, 'Armanc heke xwegihandina heqîqetê be, heke ew bû ku bi keda bêdawî jiyana li çiyayan mirov bi Rojê re bike yek, ti astengî li ber şervanan nînin. Jixwe bawerî pê aniye ku bi agirê azadiyê wê bûnweriyê geş bike'. Jixwe heval Şervan di hemû kêlîkên jiyanê de ji ber xwe bawer kiriye, ti caran li ser rûyê wî beşişîn kem enbûye, ev gihandiye dilê hevrêyên xwe, rêya watedarkirina jiyanê mîna di heqîqeta pirpirîk û êgir de, bi lêgerîna ku dawî lê nayê zindî dibe, tim şanî me dide.

Teqwîm Tebax e. Li çiyayên Kurdistanê ku dastana Egîdan olan die, her kesî berê dilê xwe dabû devera ku deng jê tê. Ev dengê hêviyêbû. Zemanê wiha bû ku xeyala azadiyê ya bi hezaran salan digiha hêviyê. ZemanÊn berxwedanê ku qet nediqediya û bêrawest berdewam dikir û lehengên wê...Şervanên Fermandar Egît biryardar in ku rê nedin tarîtiyê. Dîsa teqwîm Tebax e. Hevrê Şervan ku biryardar e ku li ser şopa Egîdan bigihije serfirziyê, ji sînorên demê dibihure û digihije diyarên Egîdan. Hin tişt hene ku ti caran nayên jibîrkirin. Hevrêtiya PKK'ê heqîqeta wan deman e ku nayê jibîrkirin. Dîsa di meheke Tebaxê de, ji bo yên ku tim hene..