‘Şervan dildarê azadiyê bû’

“Ez şopdarê soz û ehda wî me. Êşa wê bi qasî çiyayekî mezin bû. Êşa wî, jiyana wî, xeyalên wî, ji bo min gelek giran biha ye. şerê wî, rêwîtiya wî ya azadiyê jî di jiyana min de guhertinekî dirokî çêkir. Li mal û dibistanê têkiliyên me baş bû.”

Gerîla Têkoşer Botan ji bo birayê xwe yê şehîd vê dibêje: “Bira bû, hevrê bû. Geh gotin dildarê çiyayan e û geh jî gotin, şervan û gerîlayê azadiya Kurdistanê ye. Ew di rastiyê de û ji bo min her tişt bû. Niha! Li ser rêka wê, li ser ehd û êşa wê têdikoşim û li serî van çiyayan jî ji bo wê şer dikim.”

Gerîlaya YJA Star’ê Têkoşîn Botan, di despêka axaftina xwe de li ser tevlêbuna xwe û li ser şehadeta bira û hevrêyê xwe wiha dibêje; ‘‘Di sala 1998’an de li bajarê Kelarê ji dayik bûme. Di salên bihurî de tevgera PKK’ê nas nedikir. Bi rêka birayê xwe û di sala 2014’an de tevlê nav refên PKK’ê bûm. Di nav civaka Başûrê Kurdistanê de mezin bûm û li Kelarê xwendevan bûm. Di dibistanê de û heta polê 9’an xwendina xwe berdewam dikir. Piştê birayê min Botan-Têkoşin di nav tevgera azadiyê de daxwazên malbatê red dike û ez jî li pey şopa birayê xwe ketim. Ji ber ku malbata min beşdarbûna me nedixwest. Botan bi xwe her tim di nav xebatan de bû. Ez Bi rêka birayê xwe tevlî PKK’ê bûm. Wê wextê zanebûnekî birdozik nebû. Di sala 2014’an de ez tevlî gerîla û jiyana PKK’ê bûm. Wê çaxê û bi 90 dereceyan jiyana min hat guherî. Bi gelek gotubêjan malbatê ez red dikirim. Ji bo min wek filîmek bû. Ez bi xwe wer bi nav dikim. Di pêvajoyên despêkê de û di aliyê ziman de min hin zehmetî jiyan dikirin. Di nav çiyayan de hevalên derdora min her tim ji min re alîkari dikirin. Însan di jiyana şoreşgertiyê de û bi hinek zehmetiyan re fêr dibe. Hevaltiya di nav PKK’ê de jî cuda ye. Hevalên li derdora min û her wext alîkarî û hêzekî mezin didan min. Ez bi hewildanan û jiyana bê hesab û kitêb bandor dibûm. Heval Botan, carnan ji min re name dişand û her tim hêz û girêdana wêna dihişt ku ez li ser lingan bimînim. Di nav çiyayan de û roj bi roj girêdana min bi tevgera azadiyê re dihat çêkirin. Bi kurtasi ez ji bo wê û ew jî ji bo min, şervan û têkoşerê azadiyê bû.’’

‘MALBATEK NE WLATPARÊZ BÛ’

Gerîlaya YJA Star’ê Têkoşîn Botan, di berfirehiya axaftinê de li ser welatparêziya malbata xwe vê tîne ziman; ‘‘Bavê min qet nedixwest ez beşdarê nav refên gerîla bibim. Ji ber ku fikir û ramanên malbatê cuda bûn. Di nav Kurdan de fikrên siyasî yên cûr bi cûr hene. Di nav malbatê de nêrînên me yê cuda derketin. Ez û birayê xwe û hinek li ser tevgera PKK’ê lêhûrbûnên me hebûn. Me bi hev re raman û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo netewa Kurd û ji bo civaka Kurd û ji bo xwe baştir didît. Bavê min, di xeta PDK’ê de bû. Di sala 2016’an de birayê min Botan- Têkoşîn şehîd ket û malbata min nedixwest ez têkoşîna xwe bidomînim.  Li ser xwîna birayê xwe û min di nêrînên xwe de guhertin çêne kirin. Bi Kurtasî divê min di jiyana xwe de biryarek dabûya. Biryara min ew bû ku ez têkoşina bira û hevrêyê xwe bidomînim, her çiqas malbat ne welatparêz jî bibe, têkoşîna min ya azadiyê naqede. Di Kurdistanê de pir hincet hene ku mirov ji bo gelê xwe û civaka xwe şer bike. Niha! ne tenê çiroka min wisa ye, bi dehan malbatên hevalê me hene û ne welatparêzin jî lê ji bo azadiyê û ji bo civaka xwe û gelê xwe li serê  çiyayan şer dike.’’

‘LI SER RÊÇA LEYLA QASIM Û VIYAN SORAN IM’

Gerîla Botan destnîşan kir ku hin kesayetên jin bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistin û axaftina xwe wiha didomîne ‘‘Leyla Qasim jinekî serhildêr bû. Di têkoşîna xwe de û li hember rejîmekî serî netewand. Di Diroka Kurdan de jinên ku bi berxwedana xwe mohra xwe li vê sedsalê dane hene. Di pêvajoyên despêkê de û li ser tekoşîna jinan agahiyên min nebû. Wateyek dîrokî û zanistiyekî xwe li gel min nîn bû. Di nav civaka Başurê Kurdistanê de şoreşgerê mezin derketine. Di rastiyê de kevneşopiyekî berxwedanê li Başurê Kurdistanê heye. Viyan Soran, bi meşa xwe ya azadiyê, ji bo jinên Kurd û ji bo civaka Başurê Kurdistanê nirxên giran biha ava kirin. Ez jî wek têkoşin Botan, di nav refên Gerîlayên Kurdistanê de dixwazim, li ser rêça Leyla Qasim û Viyan Soran berdewam bikim.’’

‘FOKLOR ÇANDA KURDAN E’

Têkoşîn Botan li ser çand û foklorê jî ev got: “Folklor û listîkên govend û dîlanên cuda di hemû herêman de hene. Folklor dîrok û çanda Kurdan vedibêje; di vê salvegera 8’ê Adarê de û ji bo pîrozbahiyê komekî me hebû. Di nav çiyayan de folklor û govendên Kurdewarî tên leyistîn, her hevrêyekê me li gorê çand û kevneşopiya herêma xwe dileyize û di nav gerîla de jî ev çanda Kurdan dewlemend dibe. Hinek hevalên me bi çanda Rojhilatê Kurdistanê û li herêma Soran mezin bûne. Hinek hevrêyên me jî li gor çanda Bakurê Kurdistanê wek Bajarên Mêrdîn, Wan û Şirnexê, mezin bûne. Ez bi xwe wek gerîlayekî azadiyê û demek dirêje jî bi kar û xebatê folklorê re mijul dibim. Li ser folklor û çanda Kurdan diponijim. Folklor, stran, çanda Kurdan ya hezarî salan e. Em niha li qadên çiyayan, hem çanda xwe diparêzin him jî di warê leşkerî de xwe pêşdixin. Jin di têkoşina azadiyê de gavên girîng avêtin e. Di her beşên jiyanê de dengê xwe û rengê xwe heye. Jin di her aliyê jiyanê de xwe berpirsyar dibîne. Di nav tevgera azadiyê de jî berxwedaniyekî xwe heye. Jin dikare, Folklor û çanda Kurdan biparêze.’’ 

‘ŞOPDARÊ SOZA WÊ ME’

Gerîlaya YJA Star’ê Botan di berdewama axaftina xwe de serpêhatiya birayê xwe wiha vedibêjê: “Ez şopdarê soz û ehda wî me. Êşa wê bi qasî çiyayekî mezin bû. Êşa wî, jiyana wî, xeyalên wî, ji bo min gelek giran biha ye. şerê wî, rêwîtiya wî ya azadiyê jî di jiyana min de guhertinekî dirokî çêkir. Li mal û dibistanê têkiliyên me baş bû.

Ez wek gerîlayek û jinekî çiyayî, li ser şopa bira û hevrêyê xwe ji bo ehda birayê xwe û xeyalên hevrêyê xwe û ji bo bikaribim erka xwe di nav refên têkoşînê de pêkpînim, niha di nav refên gerîlayên Kurdistanê de şerê azadiyê dikim. Birayê min, li çiyayên Kurdistanê şervan û şoreşgerê gelê xwe bû. Birayê min di oxira têkoşîna azadiyê de şer kir û di Tîrmeha sala 2016’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest dide. Ji bo azadiya Rêberê xwe gelê xwe şopdarê soz û ehda wê me’’

‘HEVRÊYÊ DOZA MIN BÛ’

Herî dawî gerîla Têkoşîn Botan ev got: “di sala 2016’an de û wexta bira û hevrêyê min li Xakurkê şehîd ket ez ne giriyam û min fêm kir kû ew bi hezaran hevrêyên xwe û di oxira azadiyê de giyanê xwe dest dane. Botan jî ji wan hezaran yek bû. Têlên tembûra wê di ruh û jiyana min de vedibêje. Li serê çiyayekî, li bin darekî, bi şalûl û bilbilên vê zemanî re tînim ziman. Rêka wê û navnîşana wê jî min re rêka ronahiyê ye. Ew birayê leyîstokên min bû. Ew hewrêyê rêka xwe bû. Siya wê, bejna wê, min carekî dît. Ez di her wextê de rabûm û li ser şopa wê bi rê ketim. Hesreta min di her wextê de bi hevdîtin û nameyên wî bû. Ji deverên dûr û di kaşê çiyayên Qendîlê de cara ewil em li hev rast hatin. Ew çû, bîranînên wî, tembûra wî, şopa wî û çiyayê kû lê ser şer kiriye mabû. Ez bi hevrêyên wî û li dewsa lingên wê rastim hatim. Niha!  Her tiştê wê ji bo min wek mîrasekî ye. Botan, rêka min û hêviyên min mezin dike. Ew di oxira jiyana min de çû. Ez jî di oxira xeyalên wê de şer dikim. Tifinga wê li erdê nema. Ez di her nefesekî de li ser ehda wî doza wê û li çiyayên Kurdistanê ala wê radikim. Têkoşina hevrêyan û li gel koma gerîlayan doza wî birêve dibim. Tifinga xwe û têlên tembûra wî jî di pişta çiyayekî de û govenda wêna jî, ji bo azadiyê digerînim. Ew bira, ew hevrê bû. Ji leyistokên zarokatiyê bigre û heta dawiyê hevrêyê doza min bû.’’