Şenyaşarên ku ji aliyê AKP’yiyan ve hatin qetilkirin hatin bîranîn

Hacî Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parêzvanên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji aliyê gel û saziyan ve li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Hacî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal ên ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, cara ewil e li ser gora xwe tên bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şaredariyê pêk tê. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Girseya ji bo bîranînê li ber goristanê kom bû polîsan xwest ku ketina girseyê ya goristanê asteng bikin. Polîsên ku malbat û wekîl derbasî goristanê kir, nehiştin gel bikevin goristanê. Malbat, wekîl û endamên saziyên sivîl bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Emîne Şenyaşar piştî bertek nîşan da û diyar kir ku heya girse nekeve goristanê dê neçe ser gorên xwe û heta girse neyê qebûlkirin ew ê li ber derî rûnin, girseya ku 30 deqîqeyan li ber derî dan rawestandin birin goristanê. Ji ber deriyê goristanê heta gorên malbatên hatin qetilkirin meşek girseyî pêk hat. Emîne Şenyaşar ji bo endamên malbatê yên hatin qetilkirin şîn kir. Girse li ser gorê kom bû û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua kirin

‘JI BER KU WEKÎLÊ AKP’Ê DI NAV DE YE TIŞTEK NAYÊ KIRIN’

Di bîranînê de li ser navê Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar qala qetlîama ku li wan hat kirin û têkoşîna edaletê ya 4 sal in berdewam dike kir. Şenyaşar, diyar kir ku di heman demê de du hestan bi hev re jiyane û got, “Ev 3 mirov di nava bombeyên gazê de hatin definkirin. Ew îro jî nehatin jibîrkirin. Ji ber ku wekîlê AKP'ê di nav de ye tiştek nayê kirin. Di serî de gelê Pirsûsê bi milyonan kes xwedî li doza me derketin. 4 sal in me sersaxiyên xwe pêk neanî. Dema ku edalet pêk hat em ê sersaxiyên xwe pêk bînin. Bila edalet tavilê pêk were.”

‘JI BO TEVAHÎ WELAT EDALETÊ DIXWAZIN’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz amaje bi wê yekê kir ku komkujî li ber çavên raya giştî pêk hatiye û got, “Li ber çavê cîhanê komkujiyek hat kirin. 4 sal derbas bûn lê edalet pêk nehat. Ev 4 sal in tu gav nehatine avêtin, ev yek nîşan dide ku edalet tune ye. Li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk hat. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edaletê dixwaze û berxwedanê nîşan dide. Dayik ji bo tevahiya Tirkiyeyê li ber xwe dide. Edaleta ku ketiye bine erde divê bê derxistin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li cem malbatê bin. Demokrasî bêyî edaletê ji bo malbata Şenyaşar pêk nayê. Ji bo xwendina Fatîhayê bi me re bazirganiyê dikin. Her kes vê qetlîamê dizane. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Salîh Karataş axivî û diyar kir ku ew bi malbatê re ne û her kes vexwend Nobeda Edaletê ya ku ew ê li ber edliyeyê Rihayê pêk bînin.

Çalakiya bîranînê piştî qurnefîl danîn ser goristanê bi dawî bû.