Şenyaşar ê ku malbata wî hatibû qetilkirin, nehat berdan

Fadil Şenyaşar ku ê ku malbata wî ji aliyê berevan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû qetilkirin, nehate berdan.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de berevan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Sirûca Rihayê êrîşî malbat û kargeha Şenyaşar kiribû. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Meletiyê hate kirin.

Fadil Şenyaşar ê ku di êrîşê de bavê wî û du birayê hatibû qetilkirin û xizmê Yildizê AKP’yî Enver Yildiz bi rêya SEGBÎS’ê ji girtîgehan tevlî rûniştinê bûn.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÎDDÎANAMEYÊ

Parêzerên Fadil Şenyaşar diyar kirin ku di îddîanameyê de qala êrîşa li nexweşxaneyê nehatiye kirin û divê ev îddîaname li dozger were vegerandin. Parêzerên wî xwestin Fadil Şenyaşar were berdan lê dadgehê ev daxwaz qebûl nekir û rûniştin taloqî 5’ê Tîrmehê kir.

AKP’YIYAN MALBAT QETIL KIRIN

Berevan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn û li nexweşxaneyê jî êrîşên xwe domandibûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kurê wî Celal û Adil hatibûn qetilkirin. Ferît, Memet û Fadil Şenyaşar jî di nav de 9 kes jî birîndar bûn.