Şêniyên wargeha Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, meşek girseyî lidar xist. Di meşê de ji bo rakirina tecrîdê banga lezgîn hate kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di 27’ê Nîsana 2023’ê de hatiye birîn, meşek girseyî lidar xistin.

Meşa xelkê Wargeha Mexmûrê bi kombûna şêniyên wargehê re, li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin. Herwiha wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin bilindkirin.

Piştî ku meş girseyî giha Parka Şehîd Aryen Cûdî, ji bo giyanê tevayî şehîdên doza Têkoşîna Azadiya Kurd deqîqeyekê rêz hate girtin. Li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştar ya wargehê Leyla Arzû Îlhan ve daxuyaniyek hat dayîn.

Leyla Arzû Îlhan da diyarkirin ku ew wek xelkê Wargeha Mexmûrê tecrîd û cezayên disiplînê yên li ser Rêber Apo, bi tundî şermezar dikin û wiha dewam kir; “Ev ji du salan zêdetire, bi tu awayî em agahî ji Rêber Apo nagirîn. Hêzên desthilatdar niha bi agir dileyîzin. Ji ber ku beriya niha 300 salan sîstema kapîtalîst ku hatibû avakirin, niha li ber tunebûnê ye. Yê ku alternatîfa vê sîstemê dayî avakirin û di nava civakê de azadî û wekhevî dayî avakirin, Rêber Apo ye. Rêbertî planên qirêj yên hêzên desthilatdar yên li ser gelê Kurd û Rojhilata Navîn pûç kirin.”

Îlhan di dewama axaftina xwe de wiha got; “Rêber Apo bi paradîgmaya xwe azadiyê, wekhevî û alternatîfa sîstema desthilatdar da avakirin. Îro jî hêza Rêber Apo li her derê cîhanê, li dijî sîstema desthilatdar têdikoşe. Sîstema desthilatdar ji hêza Rêber Apo ditirse, lewma her ku diçe tecrîda heyî girantir dike. Bi hecetên bê bingeh û ne hiqûqî cezayê disiplînê li Rêber Apo tê birîn. Em wek gelê Kurd vê yekê qet û qet qebûl nakin.”

Îlhan da zanîn ku gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li vîna xwe derdikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em bang li gelê Kurd û saziyên navnetewî dikîn ku li dijî tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo bibin xwedî helwest. Rêber Apo xeta me ya sore. Ji bo wê divê demildest tecrîd bê şikandin û dawî li sîstema îşkenceya Îmralî bê anîn. Em wek gelên xwedî wijdan û xwedî rûmet, divê li dora Rêber Apo bibîn xelek û xwedî li Rêberê xwe derbikevîn. Em dibêjin kesek wê nekare roja me tarî bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bi dawî bû.