Şêniyên Wanê ji ber buhayên zêde nikarin danûstendina ji bo cejnê bikin

Şêniyên ku beriya Cejna Remezanê danûstendinê destvala vedigerin malên xwe diyar kirin ku berpirsyarê krîza aborî Erdogan û hikûmeta AKP-MHP'ê ye.

Şêniyên Wanê yên ku tên sûkê ji ber buhabûnê neçar dimînin destvala vegerin malên xwe. Şêniyên Wanê anî ziman ku sedema krîza aborî, xizanî û bêkariyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan e û diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo şandina Erdogan û AKP'ê firsendek e.

Welatiyê bi navê Mehmet Alî Aslan jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê yên li Wanê, beriya cejnê gel nikarin tiştekî bikirin. Aslan, diyar kir ku tevî ku li Wanê Deriyê Sînor ê Qelqeliyê lê bazirganiya li ser deriyê sînor qedexe ye û got “Ji me re dibêjin me ji we re deriyê gumrikê vekir. Em diçin, lê em dikarin sê pakêt cixare, pakêtek çay û kîloyek xurme bînin. Li aliyê din Îranî bi kamyonan eşyayan ji Wanê dibin Îranê Erdogan û AKP'ê gumrik ji îraniyan re vekirin. Deriyê gumrikê ji me re venekir. Em nikarin kîloyek alav bibin. Dema em dibin, ji me distînin. Ez 150 lîre heqê re û 150 lîra jî heqê xercê didim lê tiştên ku ez tînim nake heqê van tiştan. Çima ev mafê îraniyan nadin me jî? Sibe cejn e, her der qelebalix e, lê kes nikare tiştekî bikire. Aborî hildiweşe. Kîloyek pîvaz û kartol aboriyê baş nake. Min ji bo cejnê kolonyayek kirî, bihayê wê 70 TL ye. Çawa dibe ku kolonyayek bibe 70 lîra? Cejn e, lê mirov nikare tiştekî bikire.”

Mahmut Kurt, anî ziman ku ger ev hikûmet neçe wê rastî felaketê bê û got, “Cejn hat lê em nikarin tiştekî bikirin. Di cejnên berê de, me dikaribû her tiştî bibira mala xwe û zarokên xwe şad bikin. Lê niha ji ber ku em nikarin tiştekî bikirin, em nikarin bi rihetî herin malê, em nikarin li zarokên xwe xwedî derkevin. Em di rewşeke pir dijwar de ne. Bi vê hilbijartinê re êdî dem hatiye ku em jê re bibêjin ‘êdî bes e’. Ger ev yek carek din biqewime wê bibe felaketeke mezin. Her tişt pir biha ye. Krîz li her derê ye. Wisa biçe wê feqîr û hejar ji birçînan bimirin.”

Esnafê Sûkêê Nurettîn Taş, diyar kir ku dema nirx û enflasyon zêde bû, bi taybetî jî li ser esnafên biçûk bandor kir û got “Qevdek pîvaz 6 TL ye. Heger ez vê niha bi 7 û nîvan nefiroşim ez nikarim qezencê bikim. Dema ez bi vî buhayî didim vê carê ji ber ku buha ye mirov nakire. Jiyan pir dijwar bûye.”

Welatiyê bi navê Hakan Şeylo jî got “Milet di rewşeke xerab de ye. Hate rewşeke wisa ku gel nikare nanekî jî bikire. Par me kîloya goşt bi 70 TL dikirî, îsal bû 300 TL. Em ê çawa debara xwe bikin?

Nurettîn Demîr, anî ziman ku her tişt pir biha ye û got, “Dibêjin kîloya şekir 100 TL ye. Tiştekî wiha dibe? Feqîr wê çawa bijîn? Di vê cejnê de me nekarî em şekir jî bikirin.”

 Li aliyê din welatiyê bi navê Mustafa Uyanik jî diyar kir ku ji ber buhabûnê nikare şekir jî bikire û got “Tişta ku salek berê 10 lîra bû a niha bûye 100 lîra. Em nikarin tiştekî bikirin.”

 nikare bikire û sala borî berhemek bi buhayê 10 TLyî îsal 100 TL ye û wiha got: “Ji ber vê yekê em nikarin bikirin. her tiştê ku em dixwazin."