Şêniyên Mexmûrê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê operasyonên qirkirina siyasî ku duh li dijî parêzer, hunermend û siyasetmedarên Kurd pêk hat, protesto kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qirkirinên siyasî yên duh li Bakurê Kurdistanê ku di encamê de 126 kes hatin destgîrkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara axivî.

Yûsif Kara di destpêka axaftina xwe de girtin û qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê deweta Tirk a dagirker ve tê pêkanîn şermezar kir û wiha got: “Em ji girtinên duh li Bakurê Kurdistanê pêkhatîn ne xerîbin. Her ku Kurd dibin xwedî îrade û baweriya wan çêdibe ev girtin zêdetir dibin. Pêwîste Kurd ji vê yekê hêzê bigirin û hêrsa xwe ya li hember vê dagikeriyê nîşan bikin. Ji bo ku em bikaribin vê faşîzmê bişkînin divê tişta ji destê me tê em bikin. Pêwîste li Kurdistan û derveyî Kurdistanê em li hember vê dagirkeriyê bibin xwedî îrade û vê faşîzmê hilweşînin. Rêya vê jî berxwedan û şopandandina felsefeya Rêber Apo ye. Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin ku di hilbijartinên demê pêş de bersiva pêwîst ji bo dijmin were dayîn. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo di hilbijartinên de lingê dagirkeriyê bişkînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.