Şêniyên Mexmûrê li dijî dagirkeriya Tirk û dorpêça PDK'ê dimeşin

Şêniyên wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û dorpêçiya PDK'ê dest bi meşeke bi heybet kirin.

Wargeha penaberan Mexmûrê di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 11 roje nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Herwiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn.

Li hemberî vê helwestê îro bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber derê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê bimeşin. Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin asteng kirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtine û nahêlin ji wargehê derkevin.

Şêniyên Mexmûrê bi israrin ku ber bi Hewlêrê bimeşin û daxwaza rê vekirinê dikin.