Şêniyên Mexmûrê cejna Remezanê pîroz kirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê serdana goristanê kir û piştre cejn li hev û xizmên xwe pîroz kir.

Xelkê Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çû ser goristanê û ji wir jî derbasî Saziya Malbatên Şehîdan bû.

Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdan, li ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrî axivî.

Mela Elî Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de cejna Remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya, şehîd û hemû alema Îslamê pîroz kir û wiha got: “Cejna Remezanê her tim bûye wesîleya azadî û aştiyê. Bi vê wesîleyê em hêvîdarin gelê Kurd azad bibe. Ola Îsalamê dibêje divê hûn destketî û nirxên welatê xwe biparêzin. Li ser vê yekê em bang li gelê Kurd dikin ku li hember dijmin û dagirkeran destketî û nirxên welatê xwe biparêzin. Em bi wesîleya cejna Remezanê careke din soza şopandina rêya şehîdên xwe didin.”

Piştî axaftina Mele Elî Sipêrtî, Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara axivî.

Yûsûf Kara cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bi hêviya cejnên azad ku em di van cihên pîroz de li gel Rêbertiya xwe pîroz bikin, em cejna hemû gelê amade pîroz dikin.”