Şêniyên Amedê: Bersivê bidin pêwîstiyên civakê

10'ê Nîsanê ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewba vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê derketina derve hate qedexekirin. Amediyên ku ji ber qedexeyê li bexçeyên malên xwe ne gotin, "Divê dewlet bersivê bide pêwîstiyên gel û dema qedexeyê dirêj bike."

Ji ber şewba vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Tirk, heta doh 52 hezar û 167 kes bi vîrûsê ketin û hejmara qurbaniyan jî 1101 kes bûn. Hikumeta Tirk di 10'ê Nîsanê de ji bo dawiya hefteyê li 31 bajaran ku 30 ji wan bajarên mezin in, qedexeya derketina derve ragihand. Piştî ku qedexe hate ragihandin, gel ji bo pêwîstiyên xwe yên sereke berê xwe da firin û marketan û ev yek jî bû sedem ku îzdiham rû bide.

Li Amedê ku yek ji bajarên mezin ên Kurdistanê ye roja destpêkê ya qedexeyê kolan vala bûn. Ji bilî dermanfiroşên nobedar û hin firinan, dikan hemû girtî bûn. 

Ji ber ku qedexe saet 22:00 hate ragihandin gel nerazîbûn nîşan da û diyar kir, "Bêyî ku bihêlin em xwe amade bikin, qedexe ragihandin." Şêniyên bajêr dibêjin ku qedexeya 2 rojan têrê nake ku vîrûsê tune bike. Li deverên mîna Deriyê Çiyê û Ofîsê yên bajêr, ku taxên herî qelebalix in, tenê heywan li kolanan man û bêdengiyeke ku kêmcara hate dîtin hebû. Ev yek jî nîşan dide ku şêniyên Amedê şewbê cidî dibînin. Amedî ji ber ku nikarin derkevin derve, li hewşa mala xwe yan jî li ber derî dema xwe derbas dikin.

'DIVÊ DERFET BÊN AFIRANDIN'

Mehmet Kûrûkan diyar kir ku ji bo nexweşî zêde belav nebe divê dema qedexeyê bê dirêjkirin û got, "Qedexeya derketina derve ya 2 rojan dema wê dikare bê dirêjkirin. Lê belê ji bo vê jî divê derfet bên afirandin. Em mirovên kedkar in û ji bo nan bibin mala xwe neçar in bixebitin. Karê me ji xwe firotina malzemeyan ji bo nexweşxaneyan e, di vê demê de ji aliyê psîkolojîk ve em têk çûn. Ji ber ku her roj mirovên jiyana xwe ji dest didin û nexweş dikevin dibînin êdî ji karê xwe jî sar bûn, lê belê divê mirov li gorî pêşniyarên desteya zanistiyê tevbigerin."

'BÊYÎ AMADEKARIYÊ QEDEXE HATE RAGIHANDIN'

Nûrettîn Ozkan ê ku li taxa Seyrantepe ya Amedê şivantiyê dike, diyar kir ku qedexeya derketina derve di saeta şaş de hate ragihandin û got, "Biryara ragihandina qedexeya derketina derve herî kêm 4-5 saetan beriya destpêkirina qedexeyê diviyabû ji raya giştî re bihate eşkerekirin. Ji ber ku em amadekarî jê re nekir û pêwîstiyên xwe yên bingehîn peyda nekir. Eger ji niha û pê ve rewşeke bi vî rengî bê kirin bila ev bibe ders ji me re. Ji ber ku ez şivantiyê dikim divê heywanan derxînim derve. Ji sibehê ve 3 saetan carekê du caran min derxist derve. Dema ku wesayitên anonsê derbas dibin dibêjim ku şivanim û qeyd dikin."

Hîn nediyar e ku qedexeya derketina derve wê tenê dawiya hefteyê be yan jî rojên din jî bidome. Lê belê nêrîna şêniyên bajêr ew e ku pêwîstiyên bingehîn ên civakê ji aliyê dewletê ve bên dayin û mafê tenduristiyê di dema qedexeyê de bê pêşkêşkirin.