Şêniyên Şengalê ji bo artêşa Iraqê li Şengalê nemîne çalakî kirin

Bi sedan welatî û ciwanên Êzidî li Sinûnê û Digurê bi armanca ku artêşa Iraqê li Şengalê nemîne daketin qadan û xwestin ku artêşa Iraqê hêzên xwe ji Şengalê derxîne.

Îro bi sedan ciwanên Êzidî û welatî Li nehiya Sinûnê  û Komelgeha Digurê daketin qadan û li dijî hebûna hêzên artêşa Iraqê ya di nava bajaran de çalakî kirin.

Di serî de çalakvanên li Komelgeha Digurê rêya sereke ku derbasî Sinûnê dibû girtin û li derdora hêzên artêşa Iraqê ku li herêmê bûn kombûn û xwestin ev hêz ji herêmê derkevin.

Her wiha li nehiya Sinûnê jî li çerxerya Mam Zekî beşek ji xelkê kombûn û nerazîbûna xwe li dijî hebûna hêzên Iraqê ya li nava nehiyê de anîn ziman.

Di çalakiyan de daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku artêşa Iraqê hêzên xwe ji nava Şengalê derxîne. Her wiha hat gotin ku ewê ti carî vîna xwe radestê hêzeke din nekin.