Şengaliyên li kampên Başûr in di rewşeke zehmet de ne

Şengaliyên ku piştî fermana 2014'an li kampên Başûrê Kurdistanê belav bûn, bi hatina zivistanê û xemsariya rayedaran di nava şert û mercên zehmet de ne. Yek ji wan jî kampa Qadiya ya li Duhokê ye.

Şengaliyên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji ber êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji cih û warê xwe koçber bûn, çi li welat çi jî li derveyî welat di nava şert û mercên giran de ne.

Zor û zehmetiyan jî herî zêde li kampên li Başûrê Kurdistanê dikişînin.

Bi zivistanê re jiyana li kampan hîn bêhtir giran dibe.

Yek ji wan kampan jî Wargeha Qadiya ye ku ser bi navçeya Batêlê ya Duhokê ye.

Çavkaniyekî ji kampê ku nexwest navê xwe eşkere bike, bal kişand ser zor û zehmetiyên li kampê û diyar kir ku bi taybetî du roj in berf dibare û jiyan gelekî zehmet bûye.

Çavkanî bal kişand ser xemsariya rayedaran û diyar kir ku rayedarên wargehê alîkariyê nadin wan.

Her wiha got, "Heta niha tenê 50 lître sotemenî dane me. Bi vê yekê xwestin ku em zivistanê îdare bikin."

Li Başûrê Kurdistanê bi giştî 18 kamp hene ku piraniya şêniyên wan Şengalî ne.