Şehîdên Silopiyayê li Mexmûrê hatin bîranîn

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 3 siyasetmedarên jin ên ku li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 4'ê Çileya 2016'an de di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinên li ser jiyan û têkoşîna hersê jinan, Endama Meclîs Îştar Ezîma Avyanî axîvî.

Ezîma Avyanî her sê jinên şoreşger bi bîr anî û got: "Her sal bi şêwazeke cuda pêşengên jin tên armanckirin û qetilkirin. Em dikarin bêjin di meha Çileyê de qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatma, her wiha li Parîsê qetilkirina Heval Sara, Leyla û Fîdan û herî dawî jî qetilkirina Heval Evîn û her du hevalên wê ji bo şikandina îradeya jinê bû. Dixwazin bi van komkujiyan gelê Kurd bêdeng bikin. Lê em ê ti carî dest ji doza xwe ber nedin, li ser bîranîna van şehîdan armancên me mezintir dibin."

Her wiha li ser jiyan û têkoşîna hersê jinên şoreşger sînevîzyonek hate nîşandan.

Merasîm bi dirûşmên, 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Berxwedan jiyan e' bi dawî bû.