Şehîdên Qamişlo li Kampa Barikê hatin bîranîn

Li Kampa Barik a girêdayî navçeya Arbit a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîdên Qamişlo bîbîr anîn. Hesen ê di bîranînê de axivî got: “Niha ne gel û şervanên YPG/YPJ’ê gelê Bakurê Sûriyeye û şervanên wan niha li Efrînê şer dikin.”

Li Kampa Barik a girêdayî navçeya Arbit a Silêmaniyê ku nêzî 10 hezar welatiyên Rojavayê Kurdistanê lê dijî şehîdên Qamişlo bibîr anîn.

Bîranîna ku bi meşekê destpê kir, vegeriya çalakiya xwedîderketina li Berxwedana Serdemê ya li Efrîn.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriye Senherîb Bersum, Endamê Konseya Rêveberiya MSD, Endamê Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriyeyê Mihemmed Tayî û Hevseroka Kantona Kobanê Merva Dereiye ku ji Rojava hatibûn tevlî bîaranînê bûn.

Di bîranînê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava ji serhildana 12’ê Adarê ve destpê kir û got: “Serhildana ku ji 12’ê Adarê ve destpê kir û qetlîamên ku piştre rejîma Sûriye pêk anî me ber bi şoreşê ve bir. Niha jî dixwazin heman qetlîaman ji aliyê dewleta Tirk û çeteyê wê ve li ser Efrînê bikin.” Hesen bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê.

Hesen wiha got: “Tevî vê jî gelê Efrînê dibêjin; ‘Hûn me tevan li qetlîaman re jî derbas bikin, em xaka xwe naterikînin.’ tenê ne gelê Efrîn û şervanên YPG/YPJ’ê şer dikin, niha hemû gelê Bakurê Sûriye li Efrînê şer dikin.”

Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriye Senherîp Bersum jî axivî û got: “Berxwedana Qamişlo û pêşiya federasyona ku ji bo gel û Sûriyeyê çareseriye vekir. Êrîşên li ser Efrînê dide nîşandan ku dixwazin vê sîstemê hilweşînin. Çav û guhgirtina hêzên navneteweyî ya qetilkirina jin û zarok jî di nav de dide nîşandan ku hevkarên vî sûcî ne.”

Rêveberê Kampa Barik Abdullatîf Ebuazada jî berxwedana Efrînê silav kir û got: “Berxwedana Efrînê wê bi ser keve, Erdogan wê têk biçe.”

Piştî axaftina helbestên li ser Berxwedana Serdemê hatibûn amadekirin hatin xwedin û bîranîn bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bi cehenime Erdogan” bi dawî bû.