Şehîdên Helebçeyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bîranîn

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn.

Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê di salvegera komkujiyê de li gelek bajaran hatin bîranîn. Li Wan, Mersîn, Stenbol, Amed û Îzmîrê hatin bîranîn û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin.

WAN

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Wanê li hewşa avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Ji rêveberên HDP'ê yên Wanê Leyla Aksak diyar kir ku komkujî ne qedera gelê Kurd e. Aksak got, "Helebçe bi temamî bêdeng bûbû. Bêdengiya bajêr veguherîbû qîrîna êşê. Ev qîrîn ew qîrîn bû ku durûtî, derew û zalimtiya modernîteya kapîtalîst diqîriya."

MERSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mersînê bi beşdariya gelek kesî li avahiya partiyê têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek da. Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Mehmet Aliş diyar kir ku Komkujiya Helebçeyê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

Aliş destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li polîtîkayên qirkirinê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.

STENBOL

Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Komkujiya Helebçeyê ku bi hezaran kes hatin qetilkirin 'rûpelekî şermê' yê dîroka mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku heta niha Iraqê, rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe ya Iraqê, Norwêc, Swêd û Îngilistanê sûcên di çarçoveya Enfalê de ku nêzî 200 hezar Kurd hatin qetilkirin weke sûcê qirkirinê qebûl kirine.

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku qirkirinê nas bike.

AMED

Baroya Amedê têkildarî salvegera komkujiyê li avahiya alîkariya edlî ya baroiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîsyona Ziman a Baroyê Eyup Aydenîz daxuyanî xwend. Serokê Baroyê Aydin diyar kir ku mirovahî ji bo Helebçeyên nû rû nede divê bi dengekî xurt helwesteke hevpar nîşan bidin. Aydin bang li partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê kir ku vê komkujiyê weke jenosîdê qebûl bikin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li cografyaya Rojhilata Navîn, gelê Kurd ê ku bêstatu hatiye hiştin bi salên dûr û dirêj bûye hedefa komkujiyên mezin. Piştperdeya dîrokî ya van komkujiyan heye."

ÎZMÎR

Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê jî bi wesîleya salvegera komkujiyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber 'derbasbûna demê' û hate gotin, "Kurdên li Helebçeyê yên li Iraqê bi jehra kîmyewî ya bi bêhna sêvê ku ji balafiran hatin barandin hatin qetilkirin. Di nav de zarok jî hebûn. Di 16'ê Adara 1988'an de li Helebçeyê mirovahî bê nefes hate hiştin, hate şewitandin. Bîranîn rûmeta me ye. Ji bo mirovahiyê rûme te."

Weqfa Navneteweyî ya Saziya Çavdêriyê ya Edaletê ya Mezopotamyayê jî bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.