Şehîdên Çiyayê Şahoyê hatin bibîranîn

Li Silêmaniyeyê bi tevlêbûna malbatên şehîdan ên ji çar parên Kurdistanê ji bo şehîdên Rojhilatê Kurdistanê meresimeke bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Şehîd Hêja Sine, Şêrko Rojhilat û Sîrwan Alanî ên sala çûyî li Çiyayê Şaho di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de şehîd bûn, li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê meresima bîranînê hat lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê welatî tev li meresima bîranînê bûn. Di meresimê de wêneyên şehîdan hate hildan. Di meresimê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê peyamek ji aliyê Diyar Beled ve hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Hevalên me Hêja Sine, Şêrko Rojhilat û Sîrwan Alanî wek sê mirovên xwedî helwest û îrade, di temenê xwe yê ciwaniyê de biryara têkoşîna neteweyî dan, êdî jiyana taybet ji xwe re rewa nedîtin. Soz û peyman dan şehîdan ku li rêbaz û xebata wan dewam bikin.“

Piştre dayika Şehîd Hêja Sine, Pirşeng Şaho axivî û got: “Şehîd Hêja bindestiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dît. Ew her tim li pey azadî û parastina ax û welat digeriya. Ew ne tenê zarokê me bû, ew bû zarokê welat bû. Di rêya parastina welat û azadiya gelê Kurd de giyanê xwe yê pak feda kir.”

Meresim bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.