Şehîdê YPG’ê Başûr Soran li ser gora xwe hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) ê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, di salvegera şehîdbûna xwe de li ser gora xwe bi tevlîbûna bi dehan kesî hate bibîranîn.

Bi tevlîbûna bi dehan welatiyan û nûnerên saziyên Wargeha Penberan a Şehîd Rûstem Cûdî li gundê Samîlaw yê Hewlêrê şervanê YPG’ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li ser gora xwe bi merasîmekê hate bibîranin.

Salek li ser şehîdbûna şervanê YPG’ê Başûr Soran re derbas bû. Başûr Soran yek ji kesayetekî ku sînorên navbera Kurdistanê hatî lêkirin şikand û tevlî Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bû.

Bavê Şehîd Başûr Soran Mam Hadî di merasîmê de axivî û anî ziman ku bi şehîdbûna kurê xwe Soran serbilind e. Mam Hadî diyar kir ku şehîd Soran ne şehîdê malbatê ye şehîdê hemû gelê Kurd e û got: “Heta gehiştina xeyalên şehîdan em ê li ser şopa wan bimeşin.”