Şehîd Ferman: Divê mirov nehêle mêtinger bêhna xwe bistînin

Ferman Kerîm ku li Şehîd Xursî şehîd bû, wiha bang li kujerên Kurdan kir: “Mafê mêtingeran tuneye ku li Kurdistanê hilmê bistînin.“

Ferman Kerîm (Mesût Eren) ku li Şehîd Xursî şehîd bû, li Rojava li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Ji Xakurkê derbasî Zapê bû. Perwerdehiya Hêzên Taybet dît û wek fedaiyekî bi sê mehan li ber xwe da.

Ferman Kerîm li Şehîd Xursî ku keleha Berxwedanê ya Zapê ye, piştî sê mehan li ber xwe da, 5’ê Mijdara sala 2022’yan tevî 10 hevalên xwe yên gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bû. Ferman Kerîm, li Şirnexê çêbûye. Di ciwaniya xwe de hay ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser ciwanên Kurdistanê, çêdibe û dixwaze xwe ji van qirêjiyan bişo. Ji wê boneyê sala 2013’an digihîje Tevgera Azadiyê.

HER TIŞT JI BO KURDISTANÊ

Bi dilsoziya xwe ji hevalên xwe re bû mînak. Li dijî xiyanetê tim pir bi hêrs dibû. Hedefa xwe ya bibe gerîlayekî serfiraz, di jiyana xwe de pêk anî û baweriya xwe ya bi serfiraziyê bi van gotinan da der: “Ji çêbûna gerdûnê ta bi niha, em jiyanê bi heybet û berxwedan dikin. Dîrok, çand û rastiya me, mîrate ye ji hemû gelên cîhanê re. Şer, berxwedan û agirê me geş dibe, dibe volkan. Bila dengê min bê wê, hey kujerno! Her tişt ji bo sosyalîzmê, her tişt ji bo Kurdistanê.“

LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIR

Ferman Kerîm tu car qetlîamên li ser gelê Kurd qebûl nekirin û bi beşdarbûna xwe ya Şoreşa Rojava re li hemberî DAÎŞ’ê şer kir. Piştre dîsa vegeriya çiyayan, ji ber ku  armanca têkoşîna jiyana azad û bidawîkirina mêtînkariya li Kurdistanê dabû ber xwe.

PÊŞÎ XAKURKÊ, PIŞTRE ZAP

Ferman ku lêhûrbûnên xwe kûr kirin, di sala 2017’an de beşdarî Hêzên Taybet dibe. Hewl da weke fermandarekî pêşeng rola xwe ya di Şoreşa Kurdistanê de bi awayekî fedaî bi cih bîne. Ferman li ser bingeha awayê şerê serdema nû, cihê xwe di pêngavên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatibû destpêkirin de girt. Pêşî li Xakurkê û piştre jî di Pêngava Bazên Zagrosê de beşdarî yekîneyên bi tevger bû. Heta şehadeta xwe di çeperê pêş de rolekê çalak lîst. Feman Kerîm ku navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsand, 5’ê Mijdara 2022’yan di encama êrîşa çekên kîmyewî de tevî 10 hevreyên xwe li tunelên şer ên Şehîd Xursî yên herêma Saca ya Zapê şehîd bû.