Şaxa Amedê ya ÎHD’ê: Tişta ku li cenazeyê Îpek hatiye kirin sûc e

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê diyar kir ku şandina cenazeyê Agît Îpek a bi kargoyê sûcekî mezin e.

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê derbarê bi rêya kargoyê şandina cenazeyê Agîd Îpek daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev rewş li dijî mirovayetiyê û hiqûqa navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Şandina cenaze ya bi rêya kargoyê di warê mirovayetî, civakî, çandî û baweriyê de nayê qebûlkirin. Ev tişt li dijî mirî, bîranîn û cenaze û mafê veşartinê ye.

Vê nêziktêdayîna xerab a li dijî cenaze tê wateya êşkence û sûcê miameleya xerab.  Mafê veşartinê nirxên bingehîn ên mirovayetiyê ne.

Em  dixwazin li ser vê bûyerê lêpirsîn were destpêkirin. Em diyar dikin ku em ê vê rewşê bişopînin.”