Şaredariya Qelqeliyê dagirkeriya qeyûm şermezar kir

Di civîna meclîsa Şaredariya Qelqeliyê de ya asayî, dagirkeriya qeyûm hate şermezarkirin.

Şaredariya Qelqeliyê rûniştina destpêkê ya civîna meclîsê ya asayî ya meha Îlonê pêk anî. Beriya destpêkirina rojeva civînê, desteserkirina şaredariyên HDP'î hate şermezarkirin. Di civînê de komên HDP û AKP'ê tevlî bûn û Hevşaredar Dîlan Orencî civîn bi rê ve bir, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Sakîne Kûrtpinar axivî. Kûrtpinar dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê û Endamê Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Mûstafa Avci jî diyar kir, AKP di ser xeta MHP'ê re tevdigere.

Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî jî destnîşan kir ku qeyûm desteserkirina îradeyê ye û got, "Sîstema me ya hevserokatiyê xeta me ya mor e û em ê nehêlin ku kes destê xwe dirêjî wê xetê bike."