Şandeyeke dî jî ji Başûrê Kurdistanê çû Efrînê

Şandeyeke ji Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya li Berxwedana Serdemê ber bi Efrînê ve bi rê ket.

Desteka Başûrê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Efrînê didome. Ji bo Efrînê çalakî li her deverê têne kirin, ji bo hevkariya li berxwedanê gelek şande çûne Efrînê. Di nav şandeyê de, ku ji 25 kesan pêk tê, ji  alimên Zerdeştî, Misilman, Xiristiyan, aktîvîstên Kakayî, Hewramî, Pêşmergeyên Dersîn û siyasî hebûn, herr wiha Partiya Komunîst, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran û KNK’ê jî hebûn.

MALZEMEYÊN ALÎKARIYÊ DIBIN

Şande kon, derman û malzemeyên ji bo binê zarokan jî bi xwe re dibe Efrînê. Şandeya ku gihayî Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê yê li hêla Başûr, wê Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî  Rojava bibe.

Hate gotin piştî ku şande derbasî Rojava bû wê daxuyaniyê bide.