Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê

Şandeyek ku ji nûner û rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, giregir, serokeşîr û rûspiyên Şengalê pêk tê ji bo hin hevdîtinan bike çû Bexdayê.

Şandeyek ku ji nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, dîsa ji rûspî û giregirên Şengalê pêk tê ji bo rêze hevdîtinan bi rayedarên hikumta Iraqê re pêk bînin çû Bexdayê.

Şandeya îro gihiştî Bexdayê, tê payîn ku bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan pêk bînin.

Heta niha di derbarê naveroka hevdîtinên de agahiyê berfireh nehatine parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 9'ê Cotmehê de navbera rêveberiya Hewlêrê û hikumeta Bexdayê de li ser Şengalê peymanek hatibû çêkirin.

Di vê rêkevtinê de rêveberî û hêzên ewlehiyê ku niha li Şengal li ser kar in ji nedîtî ve hatibûn. Lewre hem gelê Şengalê hem jî rêveberî, sazî dezgehên Şengalê ev rêkevtin li dijî îradeya xwe dîtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn.