Li gundê Xidirce yê bi ser Dîbega ve ji bo sê birayên di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, konê şînê hate danîn. Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rutem Cûdî (Mexmûr) ji bo biçe sersaxiya konê şînê ji aliyê çekdarên PDK’ê li benda kontrolê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanên şandeya Mexmûrê û malbata şînê, çekdarên PDK’ê rê neda ku şande biçe konê şînê û êşa malbatê parve bike.
Li ser helwesta çekdarên PDK’ê, şandeyê li wargehê daxuyaniyek da. Di di daxuyaniyê de endamê şandeyê Mele Elî Sipêrtî axivî û helwesta çekdarên PDK’ê şermezar kir. Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata sê birayan re xwest û got: “Berî her tişî sersaxiyê ji malbata şehîdên nemir zarokên Mam Hecî Îsmaîl û pêşmergeyên giyanê xwe ji dest dane re dixwazim. Em tu cudahiyê naxin nava tu kesê, çi pêşmerge, çi gerîla û çi welatpêrz bin. Ligel me hemû yekîn. Li ber giyanê hemû şehîdan em bejna xwe ditewînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Sipêrtî anî ziman ku wan tenê xwestiye biçin konê şînê û bibin hevparê êşa malbatê. Bi domdarî Sipêrtî, wiha got: “Têkiliya me bi malbata şehîd re heye û ev têkiliya me berdewam dike. Temê armanca me ew bû ku em bibin hevparê îşa malbatê, lê ligel hemû hewldanan jî çekdarên PDK’ê rêya me astengkir û nehiştin ku em êşa malbata xwe bi hevre parve bikin. Carek din em vê helwesta çekdarên PDK’ê şermezar û rexne dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3 Mijdarê de êrîşî li ser gundê Xidirce yê girêdayî navçeya Mexmûrê kirin û di encama êrîşê de sê birayan jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê pêşmerge ber bi gund ve ketin rê. Li ser rêya gund çeteyên DAÎŞ’ê kemîn danîn û divê kemînê de jî 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.