Şahidê komkujiya Zîlanê: Kî digirtin, yekser dikuştin

Hecî Tahir Nas ê bi birîndarî ji Komkujiya Zîlanê rizgar bû got, "Agir berdan 24 gundên me. Min bi xwe dît ku bê çawa gule li sedan Kurdan reşandin."

Hecî Tahir Nas sala 1918'an li gundê Perexulî yê navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bû ku niha 101 salî ye. Di Komkujiya Zîlanê de bi fîşeka leşkeran birîndar bû û bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû. Nas niha li taxa Beyazit a navçeya Erdîşê ye. Dema ku Komkujiya Zîlanê sala 1930'î bû, ew 12 salî bû. Di dema komkujiyê de du fîşek li lingê wî ket û birîndar bû. Xwe xist bin miriyan û bi vî rengî bi tesadûfî sax ma. Nas ji ANF'ê re qala Komkujiya Zîlanê kir.

Nas diyar kir, komkujiya Zîlanê mîna doh qewimî be tê bîra wî û got, "Wê wextê ez 12 salî bûm. Leşkeran dor li gundên me girtin. Agir berdan 24 gundên me. Min bi xwe dît bê çawa gule li sedan Kurdî reşandin. Ev komkujiya ku di dema Ataturk û Îsmet Înonu de hate kirin, ji aliyê paşayekî bi navê Dervîş Bey ve hate bicihanîn. Bi hevkariya kesên li derveyî bajêr, komkujî li Kurdên li Erdîşê hate kirin."

ZAROK HATIN KUŞTIN

Nas got, rojekê dema ew li malê bû, leşker bi wesayitên xwe ketin nava gund, dor li xaniyan girtin û wiha dewam kir: "Bi wan re keyayekî noker ê bi navê Mûhammed hebû. Her kes ji malê derxistin. Em hişyar kirin û gotin, 'Dengê xwe dernexînin, nerevin cihekî, em ê îfadeya we bigirin û we berdin'. Bi sedan gundî li cihekî kom bûbûn. Gelekî qelebalix bû. Dervîş Bey got, 'Em ê niha îfadeya we hemûyan bigirin'. Dema ku ev got, gule berdan hewayê. Dervîş Bey xwe nêzî Mele Îbrahîm kir û du gule berda serê wî. Bû qîrîn û hawar. Dervîş Bey ji nişk ve got 'li wan bireşînin, li wan bireşînin' û leşkeran gule li me reşandin.

Min bi xwe dît ku zarokên biçûk jî hatin kuştin. Çawa ku serê mirîşkekê tê jêkirin xwîn jê diherike, xwîn ji wan zarokan diherikî. Mîna ku gule ji ezmanan dibariya. Leşkeran gule direşandin, Dervîş Bey jî her digot 'bireşînin, bireşînin'. Du fîşek li lingê min ketin û bi birîndarî ketim erdê. Çend miriyên din bi ser min ve ketin xwarê û ez di binê wan de mam. Min wê wextê dît ku leşkeran ser miriyan sax dikir û tiştên di bêrîka wan de bû ji xwe re dibirin. Piştre gundiyekî bi navê Abdulcebbar ê ji ber leşkeran direviya girtin, pê li serî wî kirin û bi wî rengî kuştin. Bi singûyan mirov dikuştin. Piştî ku Dervîş Bey ferman da û got 'Bes guleyan bireşînin', leşker jî sekinînin."

JINEKE BI NAVÊ DELAL DÎN BÛ

Nas anî ziman, di dema komkujiyê de jineke bi navê Delal hişê xwe winda kir, ji nişka ve rahişt qalikê fîşekan ê vala yên li erdê, mîna ku ji xwe re bike guhar xist guhê xwe û dest bi dîlanê kir. Nas got, "Delal heta dawiya emrê xwe bi rengekî dîn li van deveran ma. Hişê wê hîç nehat serê wê. Piştî ku leşkeran komkujî kirin û vekişiyan, Sofî Şemsettîn û Apê Tahir hatin û ez bi birîndarî dîtin. Gotin ku divê em biçin herêmeke din.

Dema ku em ji çemekî derbas dibîn, ji nişka ve dengê leşkerekî hat ku digot 'ne xwelivînin'. Leşkeran bi çekê li Sofî Şemsettîn dan. Ji bo me bikujin berê çeka xwe dan me. Lê belê yek ji leşkerên Kurd ên di nava wan de bû got, 'Ev zarok in' û dest bi nîqaşê kirin. Piştre dest ji kuştina me berdan. Komkujî ewqasî mezin û giran bû, min dît ku hin leşkerên Kurd giriyan."

HETA KU ATATURK MIN EM NIKARÎBÛN BIÇIN ZÎLANÊ

Nas anî ziman, gundê wan wê çaxê bi temamî hate şewitandin û nehiştin ku gundî cenazeyên xwe jî bispêrin axê. Nas diyar kir, bi rojan wan xwe li şikeftekê veşartin û bi saya doktorekî ku bavê wî anî, tedawî bû. Nas got, "Haydar hebû, hevser û du zarokên wî hatibûn kuştin. Min ji wî pirsî bê çawa rizgar bûye. Wî jî got, 'Ez ji wan reviyam, min xwe di nava deviyê de veşart. Gelekî li min geriyan, lê nedîtin. Ez jî di nava deviyê de digiriyam. Wê wextê min dengê leşkerên Tirk û Kurd dibihîst. Di kêliyeke vala de min xwe berda nava çem û bi wî rengî rizgar bûm'. Bi vî rengî ji min re qalê kir bê çawa rizgar bûye."

Nas ragihand, tevî komkujiyê jî gel Geliyê Zîlan neterikand û leşkeran jî mal yek bi yek dan ber agir. Nas got, "Piştî ku leşker ji gundan derketin, ketin nava navenda Erdîşê. Li wir jî komkujî kirin. Leşkeran li gorî lîsteya ku keyayan didan wan mirov dikuştin. 18 mêr hatibûn girtin. Ferman didan û digotin bi 3-4 kesan wan ji hev veqetînin û bibin li pêş çavên hevserên wan bikujin. Ew mirov bi gulereşandinê hatin kuştin. Wê salê kî hate girtin, hatin kuştin. Piştre fermanek hat û gotin, 'êdî nekujin, wan bigirin' û her kes girtin şandin girtîgeha Edeneyê. Heta ku Ataturk mir, em wê çaxê karîbûn li Geliyê Zîlanê vegerin. Ataturk çûyîna Geliyê Zîlan qedexe kiribû û weke herêma leşkerî ragihandibû."