Îrmez: Li Şirnexê karker terkî mirinê hatin kirin!

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got ku, “Tiştên di kanên Şirnexê de pêk tên, ne facîa û qeza ye, cinayet bi xwe ye.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez têkildarî cinayeta kar a ku îro li Şirnexê pêk hatiye, daxuyaniyeke girîng da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin

“Îro 4’ê Kanûnê Roja Karkerên Kanê ya Cîhanê ye. Îro li Şirnexê li kana komirê ya nêzî Kîronê grîzû teqiya û karkerên bi navê Abdûrrahman Tûnç, Omer Tûnç û Îdrîs Înal jiyana xwe ji dest dane. Em sersaxiyê ji malbata van karkeran re dixwazin.”

‘HIKUMETÊ TEDBÎR NESTEND’

“Di kanên Şirnexê de tiştên ku pêk tên, ne facîa û qeza ye, cinayet bi xwe ye. Ligel ku me gelek caran serî lêda jî, hikumet û rayedaran tu tevdîr nestendin. Kanên li Şirnexê ne ewle ne û ne li gorî standardan e.

48 roj berê jî li kana komirê ya di navbera Şirnex û Cizîrê de jî 8 mirovên me jiyana xwe ji dest dabûn. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin.

‘BERÊ JÎ TIŞTEK NEHAT KIRIN’

Heta ku hikumet tevdîrê nestîne û van kanan li gorî standardan kontrol neke û dev ji polîtîkayên xwe yên şaş bernede wê li Şirnexê qirkirina karkeran bidome. Em dizanin ku têkildarî berpirsên van kesan berê jî tiştek nehatiye kirin.

Hikumet ji ber ku tu tevdîrê nastîne û mekanîzmaya cezayê naxe dewrê, dibe şirîkê van cinayetan.

Divê têkildarî berpirsan lêpirsîn were destpêkirin û ji bo şertên baş ê mirovî, tevdîr werin stendin.”