Îrmez: Şirnex wê hê bi xurtî ava bibe

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Îrmez destnîşan kir, ku Şirnex a ku li dijî êrîşên qirkirinê bi rengekî heybet li ber xwe da, wê ji nû ve ava bibe û got, "Şirnexî xwedî li partiya xwe derdikevin û desthilatdariyê ditrsînin."

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, rewşa li Şirnexê û sekna gel a li hemberî êrîşên qirkirinê ji ANF'ê re nirxand.

'HEFTÊ JI SEDÎ YÊ BAJÊR HILWEŞIYA YE'

Îrmez bibîr xist, ku hêzên dewleta Tirk 82 rojan bombe li Şirnexê barand û anî ziman, ku rewşa bajarê Şirnexê û gelê wê di dema dawî de li gorî dema beriya niha baştir dibe. Îrmez got, "Gel ji bo li jiyana berê vegere piştgiriya hev dike, rewş hinekî diguhere. Fikar û endîşeyên gel li gorî sala bihurî normal dibe. Lê belê ji bo gelê Şirnexê li jiyana xwe ya berê vegere, wextek jê re divê. 7 taxên Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, 70 ji sedî yê bajêr hilweşiya ye."

'NEPÊKANE KU GELÊ ŞIRNEXÊ QEYÛM NAS BIKE'

Îrmez bal kişand ser kar û barên qeyûm û sekna gelê Şirnexê ya li dijî qeyûm û got, "Piştî ku qedexe hate rakirin, bi biryarnameyê yekser qeyûm li Şaredariya Şirnexê hate bicihkirin. Navê xwe li ser e; qeyûmê hate tayinkirin. Qeyûm karmendek e. Nepêkane ku gel vî nas bike."

Îrmez bibîr xist, ku şardarên Şirnexê bi rêjeyeke zêdeyî 70 ji sedî yê dengan hatin hilbijartin û got, "Qeyûm hewl dide hemû şopên erênî yên hevşaredaran jê bibe. Ev rewş ne tenê li vir wiha ye, li her devera qeyûm lê ye, bi vî rengî ye. Li bajarên me, bîrdariyên me tên xerakirin, navên Kurdî tên rakirin, navên kolan û meydanan tên guhertin, xizmeta bi pir zimanî dikin bi yek zimanî."

Îrmez da zanîn, di dema berxwedanê de ne tenê avahî her wiha binesaziya bajêr jî ji ber şer û bomberdûmanê zerar dîtin û diyar kir, lazim e ev were sererastkirin.

'PÊŞÎ LI ALÎKARÎ Û PIŞTEVANIYÊ DIGIRIN'

Îrmez diyar kir, AKP pêşî li alîkarî û piştevaniya ji bo Şirnexê tê kirin digire, ev astengî hê dewam dike û got, "Ji bo me xaleke din a girîng jî travmaya civakî ye. Ji bo ev gel ji aliyê derûnî ve bigihêje asta berê, pêwîstî bi alîkarî û piştevaniyeke xurt heye. Em dixwazin vê piştevanî û alîkariyê ji saziyên derve û yên din jî bibînin. Saziyên me yên mîna Komeleya Rojava hatin girtin. Ji roja rakirina 'qedexeya derketina derve' û vir ve alîkariya ji bo Şirnexê tê, tê astengkirin. Ev rewş hê jî dewam dike."

Îrmez ragihand, AKP bi vî rengî dixwaze gelê Şirnexê bike hewcedarê xwe û got, "Lê belê gelê Şirnexê vê dibîne û li gorî vê yekê tevdigere, helwestê nîşan dide. Di rewşeke bi vî rengî de gelê Şirnexê hê bêhtir piştevaniya hev dike."

'GELÊ ŞIRNEXÊ XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERDIKEVE, DESTHILATDARIYÊ DITIRSÎNE'

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Îrmez anî ziman, ku tevî girtina hevserokan, wekîl û rêveberên partiyê jî ew karên xwe yên partiyê ji berê hê bi xurtî dimeşînin û gelê Şirnexê jî xwedî li partiya xwe derdikeve.

Îrmez diyar kir, mijara ew giraniyê didin ser, rêxistinbûna bi gel re ye û got, "Yek ji nuqteyên ku desthilatdariya heyî gelekî jê ditirse, ev e. Yanî avabûna rêveberiya me ya nû, meşandina karê xwe ji berê xurtir û pêkhatina rêxistinbûnê li nava gel, yek ji tirsa herî mezin a AKP'ê ye. Em ê bi vê mîsyon û sekna xwe, têkoşîna xwe bidomînin. Ji xwe gel bi sekna xwe ya di Cejna Newrozê de nîşan da, bi helwesta xwe ya di hilbijartinên referandûmê de nîşan da, îspat kir ku bi partiya xwe re ye, xwedî lê derdikeve û wê ti carî serî netewîne. Helwest û sekna gelê Şirnexê bi vî rengî ye, zelal e. Ev gel wê ji berê hê bi xurtî xwe ji nû ve ava bike."