Îranê rêya xwe ya hewayî li Başûrê Kurdistanê girt

Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Millî Îranê hemû rêya xwe ya hewayî li Başûrê Kurdistanê girt.

Li Îranê piştî Lijneya Ewlehiya Millî biryar hate standin ku rêya hewayî ya Îranê li ser Başûrê Kurdistanê were girtin.

Piştî civînê wiha hate gotin: ‘’Li ser daxwaza dewleta Iraqê rabûna hemû balafirên ji Silêmanî û Hewlêrê û balafirên ku ji van balafirgehan rabûne nema dikarin rêya hewayî ya Îranê bi kar bînin.’’

Berdevkê Lijneya Ewlehiya Millî ya Îranê Keywan Xusrevî got îro piştî civîna lijneyê got, ‘’Piştî ku Rêveberiya Herêmê ya Kurdistanê guh neda pêşniyaran me li gorî daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê ev biryar stand.’’

Her wiha artêşa Îranê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tetbîqata leşkerî dike. Vê sibehê top avêtibûn herêmên Hecî Omeran û Balayekatî yên bi ser Hewlêrê ve.