‘’Înkara  Qirkirina Sûryanan hevkariya Sûc e’’

Konseya Netewî ya Betnahrînê: Ji ber ku hişmendiya hemû gelen li Mezopotamyayê Jor û Anatoliyê dijîn bûye nexweşiyeke nîjatperestî, çi kesê ku ne Tirk bin bi dijminatî têne dîtin.

Konseya Netewî ya Betnahrînê bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina li dijî Sûryan-Asûr-Aramî û Keldaniyan û li dijî gelen din ên Xiristiniyan ên di navbeyna 1915-1924’an de bi bîr xist û got, ‘’Em salvegera  104’an a qirkirinê bi hemû êşên xwe, her sal 15’ê Hezîranê bi bîr tînin. Lê Komara Tirkiyê û hikûmetên wê qirkirina li ser gele me înkar dikin, hewl didin ku Misilmanan jî bi derewên xwe bidin bawerkirin.’’

Bi berdewamî hate gotin, ‘’Ji ber vê sedemê di navbeyna komên etnik, dînî û nasnameyên cihê ku li Tirkiyê dijîn, hîsa bihevbaweriyê hatiye tinekirin, siyaseta dûrxistinê, cihêtiyê hatiye kûrkirin. Li Mezopotamyayê û Anatoliyê navê gele dêrîn, dînên wan, sembolên wan ên dîrokî û çandî di lîteratûra gel de veguherandine ser sixêf, dijûn, kêmkirinê. Tê vegotin bê ka çilo gelê Sûryan ê Xiristiyan û gelen din anîne ber tinekirinê, şopên berhêmên wan ên dîrokî bi kîjan azîneyan hewl dane ku tine bikin. Ên ku ev rastî jî vegotin bi tundî hatine cezakirin û pergleke dij-demokratîk ya ku heqîqet lê qedexe ye hatiye avakirin.

 ‘ÇI KESÊ KU NE TIRK BIN MÎNA KU DIJMIN BIN TÊNE DÎTIN’

Di daxuyaniyê bi berdewamî hate gotin avaniya netewî ya ku hatî avakirin ji ber ku bi îdeolojiyeke nîjatperest û înkarkir tê xwedîkirin, ji ber ku mêjiyê mirovan bi perwerdehiya derzanîstî û dîroka fermî hatiye gemarîkirin, tê bawerkirin ku li Tirkiyê ji bilî Tirkan çi gelê dî û ji dînên dî mirov nînin. Wiha hate gotin, ‘’Hişmendiya çi kesê ku li Mezopotamya û Anatoliyê dijîn, ji ber ku veguheriye ser nexweşiya nîjatperestiyê, çi kesê ne Tirk mîna ku dijmin bin têne dîtin.’’

DIVÊ QIRKIRINA 1915’AN WERE QEBÛLKIRIN

Konseya Netewî ya Betnahrînê bi berdewamî got, ‘’Heta ku birînên gelan vekirî bimînin û werin înkarkirin, dijminatî, nebawerî, kîn û nefret naqede. A herî rast ew e ku rasteqîniyên ku hatine jiyîn werin qebûlkirin û Qirkirina 1915’an were qebûlkirin,yên ku di vê qirkirinê de para wan heye lêborînê bixwazin.’’

Herî dawî hate gotin, ‘’Em gelê me yê ku di Qirkirina 1915’an de jiyana xwe ji dest dane û hemû şehîdên ji gelen din bi hürmet bi bîrtînin, em bang li gelên Tirkiyê dikin ku li dijî siyasta înkarkir serî rakin û Seyfo qebûl bikin, her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê û dewletên hevçax dikin ku li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku Komara Tirkiyê ku Qirkirina  1915’an qebûl nake li ser mijarê zextê bikin.’’