Îmamoglu: Ev neheqî li demokrasiyê hatiye kirin

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hevserokên şaredariyan bi Ehmet Turk û Selçûk Mizrakli re civiya. Îmamoglu got: “Divê demildest ji vê şaştiyê bê vegerîn. Ev neheqiya li we hate kirin, li demokrasiya welat hatiye kirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di çarçoveya serdana xwe ya Amedê û Êlihê de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ên li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî ji wezîfeyê hatin dûrxistin ziyaret kin. Serdan li avahiya Şaredariya Peyasê pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û CHP’ê di hevdîtinê de cih girtin.

MIZRAKLI: EM Ê BI HEV RE BIMEŞIN

Hevşaredar Selçûk Mizrakli di serdanê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê hêvî afirandine û got: “Hilbijartina Stenbolê hêviyên me mezin kirin. Lê di 19’ê Tebaxê de darbeyek pêk hat. Divê li dijî vê darbeye em bi hev re bimeşin. Hatina we ya vir ji bo me çirûsk û hêz e. Em ê bi hev re bimeşin.”

‘EM JI DEMOKRASIYÊ BAWER DIKIN Û DEMOKRASÎ FERSEND E’

Îmamoglu jî peyamên yekîtî û hevgirtinê da û wiha got: “Zorî hene. Welatê me wê van zoriyan li pey xwe bihêle. Her zorî dibe ku ji me re fersendekî bîne. Me vê dît. Me di pêvajoya 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de dît. Demokrasiyê anîn. Deriyek din ê fersendan ji bo Tirkiyeyê vebû. Me viya hemûyan bi hev re dît. Me yekbûn, aştî yanî li hev hatinê hîs kir. Kekê Ahmet yek ji abîdeya tecrûbeyan e. Kesayetek gelek zoriyan dîtiye ye. Me dît ku wê her zorî ango dijwariyên li pêş me dê fersendên dîrokî bi xwe re bîne. Ev hevdîtinek siyasî nîne. Divê em vê hevdîtinê veguherînin hevdîtinên maf, hiqûq û edaletê. Em gelek ji demokrasiyê bawer dikin. Baweriya me bi serdestiya hiqûqê heye. Ji bo em naveroka van têgehan xurtir bikin lazime em bi hev re têbikoşin. Kêliyên me manewî dibin, Her kêliyek me bi hev re bi ser dikeve.”

Îmamoglu anî ziman ku pêwîste ew serdestiya aştî û hiqûqê ava bikin û got: “Pêwîste em mirovên alîgirên aqil û zanistê ne têbigihînin. Me rojên ku hin kesan digot em hatin xapandin dît. Kî me xapand? Dewletek dikare bixapîne? Heke serdestiya hiqûqê ne di destê kesek de be û di çembera hebûna dewletê de hûn xurt bikin wê di wir de xapandin tune be. Ji ber wê yekê divê em vê pêvajoyê veguherînin fersendek dîrokî. A rast em ne ji bo Amediyan em ji bo Stenboliyan dengê demokrasiyê radigihînin. Divê em li vê erdnîgariya ji bo 82 milyonan demokrasiyê bînin.”

‘PÊWÎSTE TAVILÊ DEST JI VÊ ŞAŞÎTIYÊ BÊ BERDAN’

Îmamoglu daxuyaniya Serokkomar Erdogan li Trabzonê kir û gefxwarina tayînkiririna qeyûman da bibîr xist û got: “Divê em nirxên demokrasiyê û nirxên gerdûnî biparêz in. Tekane sedemê em li vir in ku ji bo we bibin hêz. Dibêjin sibê wê dora şaredariya we be. Ez li ser navê xwe bêjim ez bi qasî mîsqalî zere xetere nabînim. Metirsiya me ew e ku zirarê bidin demokrasiya welatê me. Wek din em nikarin tiştekî çareser bikin. Bila demokrasî xurt bibe, rêveberiyên herêmî bikevin pêşbaziyê. Bawer bikin em ê hemû pirsgirêkên li welatê xwe çareser bikin. Min silavê 16 milyon mirovên Stenbolê ji we re aniye. Ez hêvîdarim ku wê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Heta niha ne wan ne jî desthilatdariya wan ji vê pêvajoyê sûd wergirtiye. Feydeya vê pêvajoya li welat û gelê me nîne. Bila gavek berê gavekê dest ji vê pêvajoyê berdin. Neheqiya li we hatiye kirin li demokrasiya tevahiya welat hatiye kirin.”

AHMET TURK: DIVÊ EM LI DERDORA NIRXÊN HEVPAR BÊN GEL HEV

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî di serdanê de axivî û wiha got: “Birêz Kiliçdaroglu got; ‘wesayîta frêna wê teqiyaye.’ Bi rastî jî wesayîtek ku frêna wê teqiya ye. Divê em hemû li pêşiya vibin setek. Em dixwazin li derdora nirxên hevpar kom bibin û gelê xwe bînin dorê. Gelê kurd bi gelê tirk re îradeya xwe kiriye yek. Daxwaza bi jiyana bi hev re dike. Hin kes ji bo hemû şertên demokrasiyê têk bibin çi ji destê wan tê dikin. Ji bo desthilatdariya xwe li ser pêya bigirin, dixwazin li cîhanê civaka nijadperest dijminan biafirînin, xayîntiyê îlan bikin. Ji bo hêza biparêzin divê teqez hin kesan bikin dijminên xwe û îktîdarê birêve bibin. Tabloya li Tirkiyeyê ya îro ev e. Ji bo demokrasîxwazan seta astengiyê datînin. Dema em beşdarî meşa edletê bûnji me re gotin ‘bi xayînan re mil dane milê hev.’ Ew vê yekê dikin.”

‘ÎRO XELK BI HÊRS E’

Turk diyar kir ku heta têkoşîna bi hev re neyê dayîn dê edalet neyê tesîskirin û got: “Di sala 1991’an de li gel birêz Erdal Înoanu îtîfaqek bû mijara gotinê. Rexne hatin. Erdal beg qet neaxivî. Em dixwazin ji bo siberoja Tirkiyeyê demokrasiyê bînin. Lê hin kes peşkê lê bixin em nikarin tiştekî bikin. Helbet dibe ku bîrdozî û nêrîna me ne wek hev be. Lê demokrasî vê hewcedariyê datîne ser milê me. Ji bo demokratîkbûna siberoaj gelên me, divê em li derdora nirxên hevpar ên demokratîk têbikoşin. Dem adi sala 2016’an de qeyûm danîn ser şaredariyên me, li Rojavayê Tirkiyeyê bêdengiyek hebû. Lê îro rewş cuda ye û bi rastî jî êdî kes tehamulî vê neheqiyê nake. Xelk dibêje ku êdî tehamula me nemaye. Xelk dibêjê dem dema piştevanî û hevkariyê ye.”

DIYARÎ DAN HEV

Piştî axaftinên hatin kirin, Hevşaredar Peyasê Kezîban Yilmaz a malovaniya serdanê kir tabloyek Mînareya Çar Ling a Tahîr Elçî li berê hat kuştin diyarî Ekrem Îmamoglu kir.

Îmamoglu jî portreyê Ataturk ku di serdema hilbijartina Stenbolê nû dibûn de ji dîwar hatibû rakirin û li gel xwe anî û diyarî Yilmaz kir.

Her wiha Îmamoglu plaketek ku Kûleya Keçikan a yek ji remzên Stenbolê li serê bû diyarî Selçûk Mizrakli kir.

Hevdîtin piştre ji çapemeniyê re girtî dewm kir.

Îmamoglu piştî hevdîtinê ji bo beşdarî dawetekê bibe derbasî Êlihê bû.