ÎHD: Gel tecrîdê qebûl nake

Hevserokê ÎHD’ê Oztûrk Turkdogan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gel tecrîdê qebûl nake. Rêya vegera li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê Ocalan e. Divê pêvajo rast bê dîtin.

Ednamên Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)ji bo xebatên xwe binirxînin vê mehê civîna xwe li Amedê pêk anîn. Piştî civînê û şûnde Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn Ozturk Turkdogan li gel endamên DNR daxuyaniyek da.

Turkdogan bal kişand ku grevên birçîbûnê yên bi hevseroka KCD’ê Leyla Guven re destpê kir, ji 1’ê Adarê ve li hemû girtîgehan dewam dike.

Turkdogan diyar kir ku 3 parlementer li avahiya partiyê di grevê de ne û got: “Eger li Tirkiyeyê hiqûq pêk bihata, pêwîstî bi vê yekê nedibû. Tecrîd li dijî hiqûqê ye û desthilata siyasî erka xwe pêk nanîne. Di vê mijarê de me gelek hevdîtin pêk aniye, lê ti encam jê derneket.”

Turkdogan destnîşan kir ku eger heta ev bêdengî bidome wê desthilat ti gavekê neavêje û ji ber vê bêdengiyê 7 girtiyan canê xwe bexşandin.

Turkdogan sersaxî ji malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest û ev tişt got: “Em bang li girtiyan dikin, mafê jiyînê pîroz e, bila tu kes serî li van çalakiyan nede. Heman demê em bang li desthilata siyasî û Wezareta Edaletê dikin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Enceq bi vî şêweyî dawî li grevên birçîbûnê bên. Ya bikeve ser milê me em ê bikin. Em parêzvanên mafên mirovan in. Em parêzvanên mafên mirovan tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”

Turkdogan encamên hilbijartina xwecihî jî nirxand û hilbijarên peyamanpêwîst da û got: “Gotina ‘Man û Neman’ ti encam negirt. Ji ber ku ti pirsgirêka Tirkiyeyê ya ‘Man û Nemanê’ nîne. Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê aştî û demokrasî ye. Pêwîstiya gel bi aştî, demokrasî û mafê mirovan heye. Gel tecrîdê qebûl nake. Rêya vegera li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê Ocalan e. Divê pêvajo rast bê dîtin. Divê girtiyên ramanê yên li Tirkiyeyê bên berdan.”