Êşa polîtîkayên şaş ên AKP'ê gel dikişîne

Ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê ku piraniya kanên welêt dixe şer krîza aborî çêbû, AKP niha êşa vê krîzê dixwaze ji nav pişta gel û kedkara rake.

Ji ber sedema polîtîkayên şer ên AKP'ê krîza li welêt her roja ku diçe girantir dibe. Krîz herî pir bandorê li kedkaran û gelê hejar dike. Kesên ku li Mêrdînê û li gelek navçeyan dezgehên xwe danîne ji rewşê bi gazin in. Xwediyê dezghan ku gazinan ji krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê dikin, dixwazin demildest çareseriyek ji bo krîzê were dîtin.

Dezgehdaran gotin krîza aborî ji bo gel û kedkaran pir giran e, diyar kirin ku AKP dibêje wê ev rojên giran biçin lê her roja ku diçe krîz girantir dibe. Dezgehdaran gotin ,''Heta kengî em ê sebr bikin û diranê xwe bijdînin?'' û bi domdarî gotin, ''Êşa polîtîkayên şaş ên AKP'ê em gel û kedkar dikişînin''.

'KRÎZÊ BANDOR LI SER HER TIŞTÎ KIR'

Abdulganî Guner ku şînî û fêkî difiroşe got, rewşa gel pir xirab e û weke berê nema dikare pêdiviyên xwe dabîne bike, ''Berê cihê bazarê pir şên bû, niha pêjna kesî nayê. Wezîrê AKP'ê dibêje, 'li vî welatî hin ber hene ku bilindbûna dolaran bandorê li wan nake û heke ev ber biha werin firotin wê derbarê wan firoşkaran lêpirsîn were vekirin'.

Li vî welatî çi heye ku bilindbûna dolaran bandor lê nekirî? Ka li kû ne? Qey nizanin neqliyeta ku ber dema ku ji barajan an jî halê heta têne ser dezgehê ji ber benzînê zêde dibe. Ez bi vê zanibim ne pêkan e ku ew nizanibin. Ji bo bala me yên ku krîzê bi giranî dijîn belav bikin her tiştî dikin lê divê zanibin ku ev ê rê li ber rewşeke pir xirab veke. Êşa polîtîkayên AKP'ê gel û kedkar dikişînin.''

''HEKE NIKARIBIN RÊ VE BIBIN BILA DEV JI KAR BIQERIN'

Osman Demîr ku her roj li Mêrdînê û navçeyên wê dezgeha cilan datîne got krîz her ku diçe girantir dibe û rexneya krîzê jî bûye 'sûc' û domand,''Êdî mirov naxwazin werin bazarê, ji ber ku an pereyên wan tine ku xerc bikin an jî hinek pereyên wan hebin jî, ji bo rojên girantir dihilînin. Ji ber ku gel dizane ku rewş ber bi bobelatê ve diçe. Dewlet êdî ji sozên dewletê bawer nake. Herêm van çend salên dawî jixwe êşan mezin jiyan niha jî bi krîzê re digevize.''

Demîr got berpirsê vê rewşê diyar in lê kes tine ku destê xwe li masê bixe û got, ''Heke nikaribin dewletê rê ve bibin bila îstîfa bikin.