Êlih wê guh nede Rewşa Awarte

Êlih xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê amade dike. Berpirsyarê Komîteya Pîrozbahiya Newrozê Şükrü Tapkan got, ew guh nadin Rewşa Awarte û amadekariyên xwe didomînin.

Komîteya Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê, bi nêzîkbûna cejna Newrozê re dest bi amadekariyan kir.

Komîteyê ji bo pîrozbahiya 18'ê Adarê serlêdana fermî kir. Komîte ku ji DBP, HDP û gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, amdekariyên xwe didomîne. Hevserokê DBP'ê yê Êlihê û Berpirsyarê Komîteya Pîrozbahiya Newrozê Şükrü Tapkan got, komîsyonên pîrozbahiyê û karên teknîkî dest bi kar kirine û mîna salên bihurî wê îsal jî cejna xwe ya Newrozê bi hêvî pîroz bikin.

Şükrü Tapkan destnîşan kir ku li gel şert û mercên Rewşa Awarte jî gel bi kelecaneke mezin xwe ji bo Newrozê amade dike û got, "Em ê guh nedin Rewşa Awarte û tevî gelê xwe dakevin qadan. Mîna her carê em ê bi daxwazên xwe yên aştî û azadiyê, bi rengê xwe em ê Newrozê pîroz bikin."