Çîroka Şerjin...

Şerjin Herekol yek ji wan jinan bû ku ji Şengalê heta Botanê bi ruhê berxwedanê beziya û têkoşiya.

Şerjin Herekol yek ji ewladên fedakar ê gelê Kurd bû ku ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Kerkûkê heta Amedê tevlî berxwedanê bû û têkoşiya.

Şerjin sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Digot, "Di nava jiyana gerîla de ya ku herî zêde bandor li min kir, germahî û hêza hevrêtiyê bû. Dema ku hevrêtî û bedewiya çiya dibe yek hingî dawî li temen nayê."

Ji bo gerîla her qad qada berxwedanê û avakirina jiyana nû ye. Ji bo sînorên hatine diyarkirin ji holê rakin li her devera Kurdistanê têdikoşin. Şerjin dema ku xwe gihand Şengalê wiha got, "Ji bo dest li komkujiya li gelê Şengalê hate kirin bi banga Rêber Apo gerîlayên azadiyê hatin Şengalê. Me li Şengalê careke din dîtin ku têkoşîna du xetan didome. Yek jê xeta xiyanetê, ya din jî xeta berxwedanê. Hatina me ya Şengalê hêvî di nava gel de afirand. Ji xwe em hêza parastinê ya gelê Kurdistanê ne. Parastina civaka me ya Êzidî wezîfeya me ye."

Rêwîtiya gerîla qet naqede, li deverên cuda bi heman armancê didome. Şerjin jî piştî Şengalê xwe gihand Botanê devera ku destanên berxwedanê lê hatine nivîsandin. Beriya ku dest bi rêwîtiya xwe bike wiha digot: "Li Bakurê Kurdistanê êrîş didomin. Pitikên di zikê dayika xwe de tên qetilkirin. Tevlîbûna li têkoşîna li Bakurê Kurdistanê kelecaneke mezin ji bo me diafirîne. Bi kîn û hêrsa mezin a tolhildanê ya li dijî dijmin, her wiha bi coşa mezin a têkoşînê em ê tevlî şoreşa li Bakurê Kurdistanê bibin."

Şerjin sala 2017'an li çiyayên Botanê tevlî karwanê şehîdan dibe.