Çiftyurek: An em ê bi hev re bi ser bikevin an jî têk biçin

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek têkilî êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê got, ''An em ê bi hev re bi ser bikevin an jî bi hev re têk biçin. Dubendiya li pêş siyaseta Kurd ev e.''

Êrîşên dagikeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Di van êrîşan de heta niha gelek sivîl şehîd bûne, di serî de gelê Başûr hemû Kurdistanî li dijî van êrîşan bi helwest in. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkilî êrîşên Tirk ên li ser hemû parçeyên Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Çîfyurek got deweleta Tirk ne tenê Başûrê Kurdistanê her wiha Rojava ya Xweser jî dike hedef û armanc van êrîşan ew e ku van du parçeyên Kurdistanê tevî nav xaka xwe bike .

Çîftyurek got dewleta Tirk ji bo ku van du parçeyên Kurdistanê tevî nav xaka xwe bike PKK'ê dike hincet û diyar kir hedefa sereke ya dewletên weke Îranê û Tirkiyê ew e ku statûya berdest a resmî û fiilî ya konfederal a xelekên qels ên têkoşîna azadî û serxwebûnê ya netewî ya gelê Kurd Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake, veguherîne ser avaniyên xweser ên ne xwedî artêşên çekdarî û ji têkiliyên navnetewî qut.


'ŞÊRWA IRAQ Û TIRKIYÊ HEYE?'

Çîftyurek her wiha got Tirkiye û Îran bi rengekî koordîne bi wê hedefê ne ku dawî li statûyên parçeyên Kurdistanê bînin, wan ji hêzê bixin û got, ''Kurd her wiha di hedefa Iraq û rejîma Sûriyê de ne jî. Ji ber vê mînak di êrîş û dagirkeriya dawî ya Tirkiyê de şêwra wan bi hikûmeta Iraqê re heye yan na? Divê mirov xweş bala xwe bide ser vê.''

'DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ WERE GEŞKIRIN'

Çîftyurek got divê hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî van êrîşan xwedî helwest bin û domand, ''Di şertên van hemû êrîş û dorpêçkirinan de partiyên Kurd, rewşenbîr û stratejîst ne ji bo ku roja xwe biqedînin ne bi taktîkê lê bi stratejiyê, ne li ser berjwendiyên partiyan lê li ser berjwendiyên gel hûr bibin dikarin êrîşan bêbandor bikin.''

'HEWCEYÎ BI DIYALOGA DU ALÎ HEYE'

Çîftyûrek got hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê yên li çar parçeyan divê li dijî êrîşên dewleta Tirk divê xwedî refleks bin û got, ''Muxatabên sereke PDK û PKK ne. Ji  ber ku li çar parçeyên Kurdistanê du ên rêxistinî û siyasetê dikin ev in. Beriya her tiştî tişta ku beriya niha me gotî em dubare bikin; Kî dostê Kurdan be, kî dixwaze birakujî di bin erdê de were çandin divê bixwaze ku PDK û PKK nêzî hev bibin, tifaqê deynin û vê teşwîq bikin. Bi vî rengî ji bo ku şerê sar ê 40 salî bidawî bibe divê kede bide.

Her wiha girîng e ku PKK bi seroktiya wê, parlamento û hikûmeta wê rêveberiya siyasî ya Rêvberiya Herêmî ya Kurdistanê û mafên serweriya wê nas bike û bi diyalogê pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin. Bi kurtasî hemû partiyên Kurdistanî, helbet bi giranî jî PDK û PKK ji bo parastina destkeftiyên du parçeyên Kurdistanê bi hev re biparêzin. An em ê bi hev re bi ser bikevin an jî em ê bi hev re têk biçin. Dubendiya li ber siyaseta Kurd ev e.''