Çi yê Mekmen xweş bû, şerê wê ya jî toza wê?

Bîksîvanê panzerê Delîl, heta ku ji herêma xetere derbas bibe ji aliyekî ve li ser lingan hewl dida derve kontrol bike, li aliyê din jî moral dida hevalê xwe yê birîndar û nedihişt ku razê.

Delîl bi destê hevalê xwe yê ji zikê xwe û destê xwe birîndar bûye digire û ji bo wî bide axaftin û nehêle ji ser hişê xwe biçe, di rê de bê navber pê re dipeyive.

Li eniya rojhilat a Reqayê her roj bi çûyîna ava ya rojê re liv û tevger dest pê dike. Her tişt di nava dîsîplîn û sîstemeke mezin de dimeşe. Komên êrîşê, teqwiye, lojîstîk, alîkariya lezgîn hemû tên amadekirin. 200 metre li eniya pêş, wesayitên zirxî ji bo rakirina birîndar û şehîdan disekine. Li Reqayê mal gelekî nêzî hev in û kolan teng in. Bi taybetî li Reqa kevn, yanî li nava sûrên dîrokî kolan gelekî teng in û beşeke mezin a xaniyan ji du qat an jî zêdetir qatan pêk tên. Cihê ku şer lê gelekî giran e, ev der in. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo veşartinê û sûîqestê bi giranî van cihên teng hildibêrin. Ji xwe şervan nikarin bi wesayitan bikevin van deran. Tenê ji bo rakirina birîndar û şehîdan wesayit dikarin bên. Ambûlans bi ti awayî nikarin bikevin van kolanan. Hem kolan teng in, hem jî ji ber ku dikarin bibin hedefa çeteyan, ancax panzer dikarin xwe bigihînin wan cihan.

Qedexe ye ku nûçegihan bi şev bikevin cihê şer lê diqewime. Lê belê carna dihêlin ku bi panzeran em bi wan re bigerin. Dema ku şervanên li panzerê ji bo rakirina birîndar diçû me xwest me jî bi xwe re bibin. Me ji fermandarên wan destûr girt, piştre ji me re gotin ku dikarin bi wan re tevbigerin. Em li benda wan man. Piştî ku bi cîhazê hat ragihandin ku birîndar heye, panzer kete nava liv û tevgerê.

Dema em gihîştin cihê bûyerê, şervanan birîndar ji qada şer derxistibûn. Deriyekî kevn ê ji hesin ji bo rakirina birîndar bi kar anî bûn. Bi hesasiyeteke mezin birîndar xistin hundirê panzerê û em jî bi rê ketin. Lê belê ji ber avahiyên xerabûyî yên li ser rê, panzer bi zorê diçû.

Bîksîvanê panzerê Delîl, heta ku ji herêma xetere derbas bibe ji aliyekî ve li ser lingan hewl dida derve kontrol bike, li aliyê din jî moral dida hevalê xwe yê birîndar û nedihişt ku razê. Şervanê bi navê berxwedan ji zikê xwe û destê xwe birîndar bûbû. Birîna wî giran bû, gelek xwîn jê çûbû. Eger bi xew ve biçûya, ev yek bi rîsk bû. Delîl timî ji wî re digot, 'Berxwedan jiyan e, berxwedan jiyan e, de bikene berxo'. Birîndar jî tevî ku gelekî dêşiya, bi rûkenî jê re digot, 'ez çawa bikenim'. Lê Delîl dev jê bernedida. Timî ew dida axaftin. Piştî ku ji herêma bi rîsk derbas bû, rûnişt û bi destê hevalê xwe girt. Û pê re dest bi axaftinê kir. Qala cihên ku beriya niha bi hev re lê ma bûn, kir. Jê re got, 'Mekmen tê bîra te? Çi cihekî xweş bû, ne welê? Çi yê Mekmen xweş bû, şerê wê ya jî toza wê? Hevalê wî yê birîndar jê re got, 'her du jî xweş bû'. Delîl di rê de qet destê wî berneda.

Piştî ku gihîşt benda kontrolê, mudaxleya destpêkê li birîndar hate kirin û ew şandin nexweşxaneya li bajêr. Piştre em pê hesiyan ku rewşa birîndar baş e û xeteriya jiyanê derbas kiriye.