Çeteyên ITC’ê li Xûrmatû, Dakûk û Kerkûkê êrîşê tînin

Çeteyên ITC’ê êrîşê bi ser Kurdan de dibin. Li Xurmatû û Dakûkê bi sedan mal hatin şewitandin. Bi hezaran mal û kargeh hatin talankirin û teqandin.

Piştî ku bi ferzkirina PDK’ê li Başûrê Kurdistanê referandûm pêk hat, artêşa Iraqê û Heşdî 16’ê Cotmehê referandûm kirine hincet û deverên ku weke ‘deverên nîqaş li ser wan hene’ têne binavkirin bi dest xistin. Çeteyên bi ser MÎT’a Tirk ve, yên ITC’ê jî ev rewş ji xwe re kire weke fersendê û li ser Kurdên ku li van deran dijîn êrîş dane destpêkirin. Bi van êrîşan re bi 100 hezaran Kurd neçar man ku koç bikin. Kurdên ku ji bo xwe û malbata xwe biparêzin malê xwe hiştin, çeteyên ITC’ê bi sedan mal û kargehên Kurd şewitandin û bi hezaran mal talan kirin.

LI XÛRMATÛ BÎLANÇO GIRAN E

Beriya ku Heşdî Şebî û artêşa Iraqê Başûr dagir bikin û beriya ku çeteyên ITC’ê bi vê fersendê êrîşê bi ser Kurdan de bînin nifûsa Xûrmatû 190 hezar bû. Piştî êrîşên çeteyên ITC’ê 80 hezar Kurd neçar man ku ji Xûrmatû derkevin.

Çeteyên ITC’ê heta niha gelek gelek mal, kargehên Kurdan şewitandin û gelek mal talan kirin. 59 kargeh hatin rûxandin. 12 navendên partiyên siyasî ku di nav van de avahiya Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê jî hebû hatin şewitandin. 5 stesyonên radyoyê û şûbeyên TV’yan hatin şewitandin. 358 hev mal hatin şewitandin. Li talanê 1700 malî xistin. 357 dikan, hêwanên dawet û şahiyê talan kirin. 17 restoran û cihê kebabê hatin şewitandin. 8 kargehên biçûk û fabrîka pêşî talan kirin û piştre şewitandin.

Bîlanço wiha didome: 11 Kurd hatin kuştin, 200 Kurd hatin girtin û ji van 7 kes jê nebedî bûn. Derbarê aqûbeta wan heta niha ti agahî nîn in. Dest li ser 500 sewalê gel danîn. Dest li ser 200 wesayitên Kurdan danîn.

Yek ji hedefa dî ya çeteyên ITC’ê yên bi ser Kurdan de navçeya Dakûkê ya Kerkûkê ye. Heta niha li Dakûkê 23 mal hatine şewitandin. Hêwaneke dawetê û stesyona petrolê hate teqandin. Nûçegihanek hate kuştin.

Li Dakûkê malên van kesan hatin şewitandin: Hacî Şakir, Hîwa Reşîd, Mam Rustem Asî, Eyyup Mecîd, Xurşid Evdil, Silah Eli Maruf, Dilzar Muhammed, Soran Suud, Huner Nurî û Mustafa û Bilal ku paşnavê wan zelal nebûye.

BALKÊŞ E KU TI HELWESTÊ NÎŞAN NADE

Çeteyên ku ITC’ê ku bi ser MÎT’ê û AKP-MHP’ê ve ne dema ku li Xûrmatû û Dakûkê êrîşê bi ser Kurdan de tîne û li gelek deverên dî bi navê Heşdî Şebî vê dike. Lê li gel vê jî heta niha ne artêşa Iraqê, ne polîsên federal û ne jî Heşdî Şebî ti helwest nîşan nedaye û ev jî rewşeke balkêş e.

JI TAZE, BEŞÎR Û CELEWLA TI AGAHÎ NÎN E

Tê diyarkirin ku çeteyên ITC’ê bi navê Heşdî Şebî li Taze, Beşîr û Celewlayê gelek malên Kurdan dişewitînin û talan dikin. Lê ji bo ku xwe gihandina van deveran hinekî bi problem e baş zelal nebûye ku çend mal û kargeh hatine şewitandin.