Çete bi konvoyeke ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan

Tirkiye amadekariyên xwe yên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Çeteyên OSO bi konvoyeke leşkerî ya ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan.

Çeteyên navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) li wan hatiye kirin ji bo di êrîşa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bên bikaranîn nîvê şevê saet 02:30'î anîn navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ku li pêşberî Girê Spî ye.

Komên çete ji herêma Ezazê ya Sûriyeyê derbasî Kîlîsê ji wir jî bi otobusan anîn navenda navçeya Kaniya Xezalan. Konvoya ji 100 wesayitên leşkerî derbasî Navenda Stargeha Demkî ya Kaniya Xezalan bû û çete li herêmê hatin bicihkirin.

Konvoya leşkerî li gel tîmên trafîkê yên jendermeyan û wesayitên leşkerî yên artêşa Tirk hatin navçeyê. Tevî otobusên ku çete tê de bûn her wiha TIR ên ku doçka û wesayitên ji bo şer bên bikaranîn di nava konvoyê de hebûn.