Çeperên dawî yên DAÎŞ’ê ket!

QSD’ê li bajarokê Baxoz ê Dêra Zorê çeperên dawî yên çeteyên DAÎŞ’ê rûxand û dawî li hebûna çeteyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarokê Baxoz ê navçeya Hecîn a Dêra Zorê ku herêma herî dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bû, kontrol kir.

Baxoz a ku li sînorê Iraq-Sûriyeyê ye herêma herî dawî ya destê çeteyan de bû û hêzên QSD’ê li herêmê xebatên lêgerînê da destpê kirin.

Şervanên QSD’ê çeteyên DAÎŞ’ê yên xwe radest kirine bi kamyonan li girê ku ala YPG/YPJ’ê hate çikilandin, dişîne kampaan.

Li herema ku dem cih cih şer lê heye bi temamî kee dibin kontrola hêzên QSD’ê de. Bi ketina çepera dawî ya li rex Çemê Firatê re dawî li hebûna DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat.

Di rojên dawî de şerekî dijar li herêmê hebû, li aliyê din ANF’ê dîmenên dema tehliyekrina çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan qeyd kir.

.