Çepên Kesk li Meletiyê bi mexdûrên erdhejê re hat ba hev

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Meletiyê bi mexdûrên erdhejê re hat ba hev.

Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrg û navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi mîtîngan kir, li Meletiyê ku ji erdhejê bandor bûbû, xebatên xwe domand.

Civîna gel li Taxa Cemal Gursel pêk hat. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz tevlî civîna gel bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Bila soza me be ku em ê hesabê ji vê desthilatdariyê ku ev erdhej veguherand karesatê, bipirsin.”

Aydenîz qala operasyona ku navenda wê Amed e jî kir û diyar kir ku kesên desgîrkirî ji roja destpêkê ya erdhejê û şûn de, ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayên alîkariyê dimeşandin.

Aydenîz destnîşan kir ku armanca wan ew e ku herî kêm bi 100 parlamenteran bikevin Meclîsê û got: “Her kêlî, her saniye em ê bixebitin. Em ê li Meletiyê rolê xwe yê dîrokî bilîzin. Em soz didin ku em ê vê desthilatdariyê têk bibin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî anî ziman ku ev operasyon bêçaretiya desthilatdariyê nîşan dide û wiha got: “Divê em pêşeroja xwe biafirînin. Her parlamenterê ku hûn ji vir bişînin, wê bibe dengê we. Niha di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de, 17 partî bi hev re têdikoşin. Em bûn partiyek ku li Tirkiyeyê nûneriya gelek nasnameyan, jinan, ciwanan, Tirk, Kurd û Elewiyan dike. Me berpirsyarî girt. Wezîfeya me ye ku em vê berpirsyariyê bînin cih. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin.”