Çavkaniyên herêmî: Li Bajêrganê 9 leşker mirin

Li bajarokê Bajêrgan ê navçeya Gever a Colemêrgê, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Li bajarokê Bajêrgan ê navçeya Gever a Colemêrgê, roja 4'ê Cotmehê teqemeniya li ser rêya qereqola Şuwê hatibû bicihkirin, danê sibehê saet di 06:30 de dema wesayita bi tîpa Reo derbas bû hate teqandin.

Çavkaniyên herêmî gotin, di çalakiyê de 9 leşker mirine, 4 leşker jî birîndar bûne.

Çav li rê ye, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di saetên pêş de li ser mijarê daxuyaniyeke berfireh bike.