Çavkaniya debara gundiyên vegeriyane: Titin

Gelek gundên girêdayî Tetwan a Bedlîsê di salên 1990’î de hatibû şewitandin û valakirin. Welatiyên ku koçî bajarên cuda kirîn, piştî çendîn salan dîsa bi mayînde vedigerin li ser gundên xwe.

Gundiyên ku dirêjahiya dirokê debara jiyana xwe bi lawirvanî û çandina titinê dikirin û piştî ku gundê wan hat valekirin pêwîst bû ku dest ji van herdû fêrbûnên xwe yên çandî berdin, ji nû ve dest bi çandina titinê kirin. Li gundên Onîçqe ya girêdayî Tetwanê 15 xanî hene. Di 2004’an de 3 mal bi mayînde vegeriyabûn li ser gundên xwe, di vê pêvajoya dawî de her sal hêjmara wan zêde bû. Titina ku ji berî koç kirinê dişandin kargeha titinê ya li Bedlîsê, niha difiroşin baziganên ji Êlih, Wan û Îranê tên.

Çandiniya ku di meha Hezîranê de destpê dike, di meha Kanûnê de fêkiyên xwe dide. Gundên di navbera çiyayan de ku hertim ketin û derketina wan ji aliyê leşkeran ve tê qedexekirin, ji ber ewlekariyê em nikarin navên gundan parve bikin.

‘HEM HESRET Û HEM TENGASÎ BÛ SEDEMA VEGERIYANÊ’

Î.O. yê bi salan li Stenbûlê dixebitî, di van demên dawî de demek dirêj bê kar mabû. Ji ber ku nekariye deynê krediya ku di dema xwedî kar dikir de wergirtibû, bide destdanîne li ser mala wî. Î.O. yê ku agahiya desdanînan li ser mala wî bi van gotinan anî ziman: “Ev bi salane ku kedê didin û di cih de bêkar dimînî. Bi zora min çû, di cih de hatina malê ji dest me girtin. Ez bi hevjîn û zarokê xwe re rûniştim û em axivî. Min biryara zivirîna gund da. Di çiyayan de min şivantî kir, zarokatiya min, ciwaniya min a li van deran derbazbûyî bi bîra min anî, lê me baş kir. Me bêriya axa xwe kir. Me qet ne dixwest em biçin lê me nekarî. Destûr nedan.”

‘EM MALA XWE JI NÛ VE ÇÊDIKIN’

N.O. hîn 12 salî bû bi biryara mezinên malbatê hatibû zewicandin. N.O. yê ku ji jiyana bajêr aciz bûyî, 6 zarokên xwe li Stenbûlê hiştin. N.O. yê ku dibêje wî di ciwaniya xwe de tonek titin diçand û wiha got; “Di salên dawî de min hîn zêde dikir lê gund çû. Wî demî em ciwan bûn, westan çiye min nedizanî. Niha hinek zehmetiyan dikêşim. Van rojan ez nexweş ketin. Piştî ku gund hatî valakirin ev ne cara yekeme ku ez têm gund lê vê carê cara herî zêde ez mayî me. Xaniyê me nîne. Hevjîna min wê xanî li ser xaniyê babê xwe çêbike. Em niha di xaniyê mamostayê gund ê di salên 90’î de dimînin. Hemû gund şewitandin, ev xanîn hîn saxleme. Dewletê ziyan ne gihand malên xwe.”

N.O. yê diyar kir ku ji ber qedexekirina titinê ya di Meclîsê re derbas bûyî bi fikar in û got; “Niha di nava gundiyan de hertim tê gotin titin hatiye qedexe kirin. Bê qedexekirin ez nizanin em ê çi bikin. Ger ku em hatine pêwîste ku em debara xwe bikin.”

QEDEXE BÊ WÊ EV MIROV ÇI BIKIN?

Hemû gundiyên ku li gund tên dîtin hemû jî bi titinê re mijûl dibin. Mixtarê gund S.E. dipirse û dibêje; “Çendîn car ev gund hate şewitandin û valakirin. Bi israr dîsa ev mirov hatin. Her sal bi çendîn car qedexeya derketina kolanan tînin. Ji xwe zivistanê ev der di nava bîst çiyayan re di nava berfê de dimîne. Kolana çi,qedexa çi? Ji ber zehmetiyên debarî û westana li barêj reviyane. Ji vir jî ji wir jî ji mirinê reviyane. Niha jî dibêjin qedexe ye. Ma ev mirov wê çi bikin.”

Agahiyên giştî yên di derbarê titinê de:

Tê gotin ku li gorî biryara di rojnameya fermî de Înê 26’ê Hezîran a 2020’an hatî weşandin, firotina titina pêçayî hatiye qedexekirin. Li gorî rapora 2018’an a Komeleya Pisporên Titinê, rêjeya hilberîna tidinê ya 405 hezar a 2002’an heta sala 2018’an ji sedan 86 kêm bûye û daketiya 56 hezarî. Hilberîna titinê ji 2002’an heta 2018’an ji 159 hezar û 521 tonan vegeriyaye 82 hezar û 500 tonan. Hilberînkerên ku baca titinê nadin û difiroşin, ji sala 1969’an heta niha wekî di statûya “Kaçax” de dinirxînin. Mijar jî ev bi çendîn sale di rojeva meclîsê de. Tê gotin ku titina xwezayî ya ku ne di bin kontrolê de, herî kêm rê li ber windakirina baca 15 milyar dolarî vedike, hilberînker jî xwe wekî bi tenê hîs dikin didin diyarkirin.

Weke encam jî ji 1’ê Tîrmehê ve qedexeyek ne hatiye li ser firotina titinê lê belê firotina çixareya pêçayî hatiye qedexe kirin. Ji bo hawirde û titina xwezayî ya paketkirî ti astengî ne hatiye dîtin.