4 kes ku 3 jê zarok in di bendavê de xeniqîn

Li Mûşê 4 kes ku 3 jê zarok in ji bo rizgarkirina zarokekî ku di bendavê de avjenî dikir ketin avê û li ber avê çûn. Di bûyerê de 4 kes xeniqîn û lêgerîna li kesekî jî didome.

Malbata Karakaya ku li gundê Bostankent ê Mûşê dijîn, ji bo seyranê çûn Gola Bendavê ya Alpaslan-1. Rabîa Karakaya (13) a ji bo avjeniyê li vir ket nava golê, bi xeteriya fetisînê re rû bi rû bû. Yasîn Karakaya (18), Edanur Karakaya (20), Fatma Karakaya û Eylûl Tekîn (15) ên ji bo rizgarkirina zarok xwe avêtin golê, li ber avê çûn.

Li vir tîmên AFAD’ê û gelên li herêmê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê xebat dan destpêkirin û di encama lêgerînê de cenazeyên Rabîa, Yasîn, Edanûr Karakaya û Eylûl Tekîn hatin dîtin. Cenazeyên 4 kesên di avê de xeniqîn ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Lêgerîna li Fatma Karakaya hê jî dewam dike.