Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê kete roja 15’an

Li dijî yasayên rejîma Îranê ku bazirganiya ser sînor qedexe dikin û bandorê li ser jiyana kolber û kesibkaran dikin çalakiyên ku dest pê kirin li Rojhilatê Kurdistanê kete roja 15’an.

Greva giştî ya kasibkar û esnafên bajarên Rojhilatê Kurdistanê di roja 15’an de jî berdewam dike.

Ev 15 roj in kasibkar û esnafên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara hikûmeta rejîma Îranê ya li ser girtina deriyên sînor û ji ber girankirina pereyên çûn û hatina ji gumrikê dest bi grêva giştî kirine. Îro jî li bajarên Bane, Seqiz, Serdeşt û Pîranşar grêv berdewam e.

Bi girtina deriyên sînor û zêdekirina bihayê çûn û hatine ji gumrikê re li bajarên Rojhilatê Kurdistanê her diçe bihayê tiştan zêde dibe.

Her wiha nûnerê Seyîd Elî Xanimî, Ayatûllah Hisênî li parêzgeha Sine ku ji ajansa nûçeyan Îsna ya Îranê re axivî, li ser grêva giştî ya kasibkar û esnafan wiha got; “Ger me pêştir jêdera derfet û dehatê ji bo gelê Kurdistanê daba, wê niha girtina deriyên sînor gel tengezar nekira. Berhem û malê kargehên Kurdistanê dişînin derveyî Kurdistanê û ti sûdeke xwe ji Kurdistanê re tine.

Kasibkar û esnaf jî li ser biryara xwe ya dewamkirina grêvê bi biryar in û dibêjin ku êdî baweriya wan bi rayedarên hikûmetê nemaye û guhdarî gotinên wan nakin.